Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdhejên navendên wan Meraş, li navçeya Sêwregê ya Rihayyê minareya ku zirar dîtibû bi kontrol hat xerakirin.
Piştî çavdêrî û lêkolînên Qaymeqamtiya Sêwregê ji bo xerakirina minareya Mizgefta Evdal Axa biryara xerakirinê derket.
Ekîbên polîsan li derdorê tedbîrên pêwîst wergirtin û dûv re minareya Mizgefta Evdal Axa bi kontrol hat xerakirin.
Di erdhejên 6ê Sibatê de Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ziyan gihiştiye hejmareke zêde ya mizgeftan jî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse