Komîteya Xelata Şîfa Gerdî daxuyaniyek belav kir

25-02-2023
RÛDAW
Nîşan Komîteya Xelata Şîfa Gerdî Xelata Şîfa Gerdî
A+ A-

Mixabin, cîhan di rewşeke nearam de ye, vê rewşa nearamiyê karê rojnamevanan jî metirsîdartir û dijwartir kiriye. Ji ber vê yekê, Komîteya Xelata Şîfa Gerdî û Tora Medyayî ya Rûdawê nikarîbûn îsal merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gardî li dar bixin, bi sedema mijûlbûna xelatgira îsal a xelata Şîfa Gerdî bi karkirina li ser êş û janên şêniyên navçeyên şer û niha li navçeyeke metirsîdar kar dike.

Di sala derbasbûyî de, karê rojnamevanan ê rûmalkirina eniyên şer ên pêşîn û karê lêkolîn û nîşandana êş û bêtarên xelkê di dema şer de, her wiha di şopandina karê komên tawankar û gendel de, ji bo rojnamevanan li çar hêlên cîhanê pir bixwîn bû. Ji ber vê yekê jî sala borî ji bo rojnamegeran pir bixwîntir bû. Li gor Rêxistina Perwerde, Çand û Zanistê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), sala borî 86 rojnamevan li cîhanê hatin kuştin. Li gor her du rêxistinên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) û Federasyona Navdewletî ya Rojnamevanan (IFJ) sala borî 67 rojnamevan li cîhanê hatin kuştin. Ev her du amar jî ji çend salên berê zêdetir in.

Komîteya Xelata Şîfa Gerdî di lêkolîna xwe ya li ser karê rojnamevanên jin li cîhanê de, kar û navên çend jinên rojnamevan li ber destê wê bûn. Van jinên rojnamevan bi jêhatîbûneke herî mezin berhemên pir baş ji bo zelalkirina rastiyan û eşkerekirina zanyarî û agahiyên veşartî pêşkêş kir. Îsal komîteya me rojnamevaneke jin a ciwan hilbijart ku karên vekolîner ên pir dijwar pêk anîn ji bo eşkerekirina êş û janên jin û zarokan li Iraq, Yemen, Efxanistan û cihên din di dema şer de, her wiha berhemên bi naveroka baş û bi zanyariyan dagirtî li navçeyên pir metirsîdar berhem anî. Ew rojnamevan jî Isobel Yeung ji VICE Newsê ye.

Em pîrozbahiyê li Isobel Yeungê dikin û em ji wê re û her wiha ji hemû rojnamevanên cîhanê re serkeftin û silametiyê dixwazin.

Komîteya Xelata Şîfa Gerdî

25ê Sibata 2023an

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst