Xelata Şîfa Gerdî dê pêşkêşî rojnamevanekê bê kirin

25-02-2023
RÛDAW
Nîşan Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berî 6 salan di rojeke wek îro de rojnamevan û pêşkeşkara Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî bi mîneke ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li Mûsilê hatibû çandin, şehîd bû. Rûdaw her sal bi merasîmekê rojnamevana xwe bi bîr tîne û xelatekê dide rojnamevaneke jin ku di gîhandina peyama xwe de rastî zehmetiyan hatiye.

Pêncemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî îro Şemiyê bi merasîmekê ji bo rojnamevanekê tê dayîn. Şîfa Gerdî di sala 1987an de li Kampa Zêwa ya Rojhilatê Kurdistanê li penaberiyê ji dayik bûye. Piştî ku di sala 1991an de vedigerine Başûrê Kurdistanê, li dibistana Basirme dest bi xwendinê kir û piştre jî li bajarokê Herîrê amadehî xwend.

Şîfa Gerdî di sala 2007an de beşa kompîturê ya Peymangeha Teknîkî ya Hewlêrê qedand, di sala 2012an de di Tora Medyayî ya Rûdawê de dest bi kar kir, di sala 2014an de beşa medyayê li Zanîngeha Selahedînê qedand û bû berpirsa beşa outputê ya Tora Medyayî ya Rûdawê.

Şîfa Gerdî di karê xwe yê Rûdawê de ji bilî bêjeriyê, pêşkeşkariya çend bernameyên wek Paşîv kiriye û di nîvê duyem a sala 2016an de bûye pêşkeşkara bernameya Focus Mûsil.

Van rojnamevanan Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirtine

Ji sala yekem a şehadeta wê ve, her sal Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ji bo rojnamevaneke jin a navdewletî tê dayîn. Xelata yekem ji Jeanne Moussa ya re hat dayîn û ji aliyê Serokê berê yê Fransayê Francois Hollande ve hat dayîn.

Jeanne Moussa di dema wergirtina xelat de got, “Ji bo min şanazî ye ku xelateke bi navê wê ez bi dest dixim.”

Nûçegihans CNN Arwa Damon wek xelatgira duyemîn a Xelata Şîfa Gardî ya 2020an hate destnîşankirin. Nûçegihana Sky News Alex Crawford xelata 2021an, rojnamevana Kanadayî Lis Doucet jî bû xwediya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya sala 2022an.

Şîfa Gerdî ku navê wê yê temam Şîfa Zikrî Îbrahîm e, di dema tomarkirina bernameyekê di demjimêr 15:38an de 25ê Sibata 2017an bi mîneke ku li ser Çala Xesfa, cihê tawanên DAIŞê li Mûsilê teqiya, canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst