Ji jina xwe hêrs bû meymûn serxweş kir û îşkence lê kir

25-02-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Meymûn Îşkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê zilamê ku bi hevjîna xwe re pevçû, meymûna ku li malê bû bi alkolê şerxweş kir û piştre jî îşkence lê kir.

Meymûnek piştî ku ji aliyê xwediyê xwe ve hat serxweşkirin û îşkencekirin nêzikî hefteyekê ye bêhiş û di bin çavdêriyê hûr de ye. Li gorî bijîşk meymûn bûye qurbaniya pirsgirêkeke civakî ya di navbera du hevjînan de û niha ji dengê mirovan ditirse.

Dr. Bedr ji Rûdawê re got."Keçikek hat vir û meymûn anî, wisa xuya ye ku pirsgirêka wê bi mêrê wê re heye. Mêrik li şûna ku li hevjîna xwe bixe hêrs bû û li meymûnê xist. Meymûn serxweş kiriye û piştre heta ji ser hişê xwe çû li erdê xistiye."

Bijîşk bêtir li ser rewşa tenduristiya meymûnan diaxive û dibêje, ji ber ku zêde li serê wê xistiye, êşeke zêde ya meymûnê heye û ev 6 roj in qet tiştek nexwariye. Herwiha bijîşk dibêje meymûn bêhişe niha ji dengê mirovan ditirse.

Roja Înê 24-2-2023, Serokê Rêxistina Parastina Ajelan a Kurdistanê Ferman Fazel ji Rûdawê re ragihand: "Em ê roja yekşemê biçin cem qeymeqam û mijarê jê re bibêjin û me nimreya telefona kesê girtiye. Em hêvîdar in ku rayedarên pêwendîdar der barê wî de tedbîrên hiqûqî bigirin ji ber ku ev yek bi rastî dûrî nirxên mirovahiyê ye. Ji ber ku meymûnekî ku tiştekî nizane çawa tê azardan?"

Li Herêma Kurdistanê qanûnek ji bo parastina mafên ajelan nîne, lê Parlamentoya Kurdistanê di vê derbarê de proje yasayek xwend. Rêxistinên mafên heywanan jî ji ber binpêkirina mafên ajelan gilî dikin.

Ferman Fazil got “Kesê ku ev yek kiriye xwediyê meymûnê ye, em niha hewl didin wî bibînin û ji ber îşkence û muameleya xerab a li ser ajelê giliyê wî bikin.”

Serokê rêxistina mafê ajalan di bareya rewşa meymûnê de got: “Tenduristiya wê nebaş e, ji ber serxweşiyê û piştre lêdanê bi giranî birîndar bûye û 24 saetan di bin çavdêriya giran de ye, tenduristiya wî ne cîgir e û tenê çend caran çavên xwe vekirine. Çavên wî sor bûbûn, stû, dest, ling û deverên wî yên din bi êşeke giran bûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst