Keça Qazî Mihemed koça dawî kir

25-02-2023
RÛDAW
Nîşan Suheyla Qazî Mihemed Qazî Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Suheyla Qazî keça demezrînerê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Bonnê yê Almanya koça dawî kir.

Suheyla Qazî Mihemed di 11.07.1941an de li Mehabadê ji dayîk bûye û di şeva 24-02-2023-an de di temenê xwe yê 82an de koça dawî kiriye. Ew pêncemîn zaroka Pêşewa Qazî Mihemed bû.

Suheyla Qazî şeş xwişk û birayek hebûn; Birayê wê Elî Qazî roja 11.07.2022an koça dawî kir.

Pêşewa Qazî Mihemed serokê Komara Kurdistanê bû, ku di sala 1945an de hatibû damezrandin û 11 meh li ser piya ma. Pêşewa Qazî li Meydana Çarçira ya Mehabadê hat darvekirin.

Malbata Pêşewa Qazî Mihemed piştî darvekirina wî koçî Tehranê kirin; Suheyla Qazî wê demê 17 salî bû.

Suheyla Qazî piştî şoreşa Îranê çûye Almanyayê û sê kurên wî hene. Suheyla Qazî ji wênekişandinê hez dikir û bi piranî wêneyê xwezayê dikişand.

Di nava 3 salên derbasbûyî de, ev sêyemîn zarokê Pêşewa Qazî Mihemed e ku koça dawiyê dike.

Di sala 2020an de Meryem Qazî, sala 2022an Elî Qazî û niha jî Suheyla Qazî koça dawiyê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst