Di erdhejê de 1890 zarokên sewî hatine rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê piştî erdheja Mereşê hezar û 890 zarok sewî ji bin kavilan hatine rizgarkirin.

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê  3 zarokên rizgarkirî ku di Erdheja 6ê Sibatê de dayik û bavê xwe ji dest dane û ew jî piştî 10 demjimêran ji aliyê cîranên xwe ve ji bin kavilan hatine rizgarkirin, niha  ligel kalikê xwe neçar mane ji ajelan re şivantiyê bikin.

Welatî Yaşar Eroglu dibêje: “Kur û bûka min canê xwe ji dest dan. Hejmarek zêde xanî herifîn, herî zêde li gundê me herifîn. Qatê duyemîn herifîn û yê yek qat bûn jî zerar dîtine. Axûrên me jî bi erdê re bûne yek. Karesateke mezin bû.”

Ligel êşa wendakirina dayik û bavê wan, keriya pez ji bo wan bûye lîstikek daku bikaribin jiyana xwe bidomînin.

Ali Eroglu jî got: “Em êm didin ajelên xwe, em bi berxikan re dilîzin, ji wan hez dikin.”

Irmak Eroglu jî got: “Em ji xwe re dilizîn, zarokên mamê min tên û em ji xwe re bisikletê diajon.”

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê piştî erdheja Mereşê hezar û 890 zarok li wezaretê tomarkirî ne ku bê serpereşt ji bin kavilan hatine rizgarkirin.

Piştî kontrolkirina nasnameya kesên ku serlêdan kirine hezar û 405 zarok bo malbatên wan hatine radestkirin. Çareseriya 105 zarokên li nexweşxaneyan temam bûye û li saziyên wezaretê de di bin çavdêriyê de ne. Proseya dermankirina 380 zarokan jî li nexweşxaneyan berdewam e.

 Nasnameya hezar û 784 zarokan hatiye destnîşankirin û ya 106 zarokan jî hê nehatiye zelalkirin.