Erdheja Mereşê: 44 hezar û 218 kesan canê xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - AFADê ragihand ku di erdhejên bihêz ên di 6ê Sibatê de hejmara canjidestdanê gihîştiye 44 hezar û 218 kesan û heta niha 9 hezar û 136 erdhejên paşekî çêbûne.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) 25ê Sibata 2023an amarên nû belav kirin.

Li gor amarên AFADê hejmara canjidestanên erdheja Mereşê ku bandora wê li 11 parêzgehan bûye gehiştiye 44 hezar û 218 kesan.

Herwiha piştî erdheja 6ê Sibatê ji herêma erdhejê 528 hezar û 146 kes jî bo parêzgehên din hatine veguhestin. Herî dawî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê amarên canjidestdanê wek 43 hezar û 556 kes ragihandibû.