Malbatekê navê Şîfa Gerdî li keça xwe kiriye: Hêvî dikim dê wek Şîfayê zîrek be

25-02-2023
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Malbatekê navê Şîfa Gerdî li keça xwe kiriye: Hêvî dikim dê wek Şîfayê zîrek be
Malbatekê navê Şîfa Gerdî li keça xwe kiriye: Hêvî dikim dê wek Şîfayê zîrek be
Nîşan Şîfa Gerdî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li nahyeya Qesrokê ya ser bi Duhokê ve kesekî bi navê Gerdî piştî şehîdbûna rojnamevana Rûdawê Şîfa Gerdî navê keça xwe kiriye Şîfa.

Şîfa Gerdî ya biçûk zaroka sêyem a dê û bavê xwe ye û du birayên wê yên mezin hene. Dê û bavê wê dibêjin, beriya ku Şîfa Gerdî şehîd bibe, ji ber hezkirina wê xwestine navê wê lê bikin.

Ne ew tenê, li wê taxa ku Şîfa Gerdî ya biçûk dijî, navê du keçên din jî Şîfa ne.

Dayika Şîfa Gerdî ya biçûk, Eşwaq Remezan got, “Me gelekî ji Şîfayê (Gerdî) hez dikir, beriya Şîfa şehîd bibe me dixwest dema ku keçeke me çêbe em navê bikinen Şîfa û Xwedê keçek da me û me navê wê kire Şîfa, ji ber ku navê bavê wê jî Gerdî ye, bû Şîfa Gerdî. Înşallah di pêşerojê de jî dê wek Şîfayê zîrek be.”

Nêzîkî 22 mehan piştî şehîdbûna Şîfa Gerdî rojnamevan Şîfa Gerdî ya zarok di roja 23ê Berfanbara 2018an de ji dayik bû, navê bavê Gerdî ye ji hoza Gerdiyan e.

Bavê Şîfa Gerdî ya biçûk, Gerdî Silêman anî ziman, “Min ev biryara da ku ez navê keça xwe bikim Şîfa, ser navê min e û ser xatira wê jî. Min û dayîka wê jî ev nav eciband, lê di destpêkê de min got heger keçeke me hebe ez ê navê wê Şîfa bikim, ji ber wê jî dema keça me bû min navê wê kir Şîfa, ji bo min hesteke gelekî xweş e.”

Rojnamevan Şîfa Gerdî di 25ê Sibata 2017an de dema ku operasyona Mûsilê dişopand şehîd bû û îro şeşemîn salvegera şehîdbûna wê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst