Isobel Yeung: Wergirtina xelata Şîfa Gerdî ji bo min şanaziyeke mezin e

25-02-2023
RÛDAW
Isobel Yeung: Wergirtina xelata Şîfa Gerdî ji bo min şanaziyeke mezin e
Isobel Yeung: Wergirtina xelata Şîfa Gerdî ji bo min şanaziyeke mezin e
Nîşan Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî Isobel Yeung
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevana Brîtanî Isobel Yeung ku Xelata Şîfa Gerdî ya îsal wergirt dibêje: “Ji bo min şanaziyeke pir mezin e ku ez vê xelata Şîfa Gerdî ji bo rojnamegera salê werdigirim.”

Desteya Dadwerî ya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ku her sal xelatê dide yek ji jinên rojnameger ku ji bo karên xwe rastî astengî û zehmetiyan tên, li hember karên wê yên diyar û tijî metirsî rojnamevana Brîtanî Isobel Yeung wek xelatgira îsal destnîşan kir.

Li hember dayîna xelatê, Isobel spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê dike û dibêje "Ez tenê dixwazim bibêjim ku bêdawî spas dikim, ji ber ku vê sibehê min ev bi rêya postayê wergirt. Ji bo min şanaziyeke mezin e ku ez vê Xelata Şîfa Gerdî ji bo rojnamevana salê werdigrim. Karkirin û şopandina li ser şopa kesekî jêhatî mîna Şîfa Gerdî rûmeteke mezin e. Rastiyeke nikarim bawer bikim ku şeş sal berê Şîfa Gerdî canê xwe ji dest da, wek em hemû dizanin, ji ber bombeyeke çandî li ser rêyekê, di dema rûmalkirina çîrokeke gelekî girîng de ku gora bi kom ya DAÎŞê bû "

Isobel Yeung herwiha got: “Di nav şeş salên borî de, ez her tim ji ber hejmara zêde ya hevkarên me yên ku tenê ji bo karê xwe dikin hatine armanckirin û kuştin xemgîn bûm, çi li eniyên pêş ên Ukraynayê, rojnamegerên veşartî yên Meksîkî an jî yên li Çînê hatine girtin.”

Yeung dide zanî ku ew gelek rojnamevanên ku dil û canê xwe xistine xizmeta wî karî nas dike û dibêje: “Min pir dixwest li wê derê bim ji bo wê xelatê bixwe ji destê we werbigrim. Dilê min û rastiyeke ku dilê hemû kesî ligel wan kesên ku ji ber erdhejê zerar dîtine an jî hezkiriyên wan zerar dîtine ye. Tiştên ku li wê derê qewîmin tiştên pir ne xweş bûn. Karê me wek rojnamevanan avakirina hevsoziyê û têgihiştinê ye. Herwiha ji hemûyan girîngtir rûmalkirina rastiyane. Ez ji dil û can bi wê yekê  bawerim. Ez soz didim ku heta ez vî karî bikim ezê li ser van tiştan berdewam bim. Sipasiya we dikim."

Yeung ji bo amadekirina belgefîlmên xwe yên vekolîner û veguhastina bûyeran, xwe ji çûna bo deverên xofdar nedaye alî. Efxanistan, Yemen, Reqaya Sûriyê, parêzgehên cuda cuda yên Iraqê, Lîbya û eniyên pêşin ên şerê Ukrayna û Rûsyayê hin ji wan cihan e ku Yeung li wan kar kiriye.

Yeung her wiha hewl daye ku bi rêya karê xwe balê bikşîne ser pirsên civakî yên girêdayî jinan xasma maf û rola jinan li welatên xizan û paşketî.

Isobel Yeung 36 salî ye. Ji sala 2014an û vir ve, bi rêya belgefîlmên xwe hin doz û mijarên germ û hestyar ên cîhanê rûmal kir xasma şer û qirên, jenosîd, girtinên bêserûber û gendelî.

Isobel Yeung li ser karên xwe gelek xelatên cîhanî wergirt wek du xelatên Emmy. Isobelê vêga ji Tora VICE News a amerîkî re dixebite.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst