8 sal û 2 meh di ser windabûna Ferhad Hemo re derbas bûn

25-02-2023
RÛDAW
8 sal û 2 meh di ser windabûna Ferhad Hemo re derbas bûn
8 sal û 2 meh di ser windabûna Ferhad Hemo re derbas bûn
Nîşan Ferhad Hemo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Zêdetirî 8 sal û 2 meh bi ser girtina Nûçegîhanê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferhad Hemo re derbas dibin ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Ferhad Hemo roja 15ê Kanûna 2014an, di demjimêr 11:00an de li ser rêya sereke ya di navbera bajarên Qamişlo û Til Koçerê de, dema ku bi amadekirina raporekê re mijûl bû, tevî kameramanê xwe Mesûd Eqîl ji aliyê hêzên dewleta Îslamî ve hat girtin.

Kameraman Mesûd Eqîl roja 21ê Îlona 2015an hat azadkirin lê Ferhad Hemo heta niha jî wenda ye û çarenivîsa wî nayê zanîn.

Ferhad Hemo roja 1ê Gulana 2013an di Tora Medyayî ya Rûdawê de dest bi kar kir. Ew li Hewlêrê beşdarî kurseke Rûdawê ya ji bo fêrbûna rojnamevanî û ragihandinê bû û ji aliyê mamosteyên Ewropî ve hat perwerdekirin.

Ferhad Hemo ji ber qedexekirina Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê bi biryara Rêveberiya Xweser ve, bi zehmetiyeke mezin pirsgirêkên xelkê û êrîşên DAIŞê yên li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê radigihand.

Ferhad Hemo, di 10ê Îlona 1989an de ji dayik bûye, beriya ku were girtin zewicîbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst