5 sal di ser şehîdbûna pêşkêşkara Rûdawê Şîfa Gerdî re derbas bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Xelata salane ya Şîfa Gerdî, ew xelata ku Tora Medyayê ya Rûdawê di salvegera şehîdbûna Şîfa de salane dide rojnamevanekî serkeftî. Heta niha, sê xanimên rojnamevan dikaribûn wê xelatê werbigrin. Îsal jî xelat bo rojnamevaneke din a serkeftî ya cîhanî tê dayîn.

Yekem Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî, bo rojnamevan Jenan Moussa li Tora Al Aan hat dayîn û xelat ji aliyê Serokkomarê Fransayê yê berê François Hollande hat pêşkêşkirin.

Jenan Moussa yekem wergira Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî dibêje “Bêguman gelek kêfxweş im. Her çiqas bîranînek xemnak e, Şîfa wêrek bû, rojnamevaneke tekoşer bû. Şanaziye bo min, vê xelatê werdigrim ku bi navê wê ye. Min çend cihên din jî xelat wergirtin, lê ev xelat gelek nêzîkî dilê min e. Çinku, saziyeke Kurdî rêz li rojnamevaneke Ereb digre.”

Şîfa Wê karîbû li mala xwe rûnişta. Wê karîbû li studyoyê bimaya. Ti kesî ew bi encamdana wî karê metirsîdar neçar nekir. Lê Şîfa ew kar kir. Wê li eniyên şer rapor amade dikirin û canê xwe gorî kir.

Heta niha sê caran bo rojnamevanên serkeftî hatiye dayîn. Rûdaw, vê xelatê dide rojnamevanekê ku ji bo gihandina peyama xwe gelek zehmetî kişandibe. Rojnamevana Amerîkî Arwa Damon xwediyê xelata duyemîn bû.

Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî peyamnêra mezin a kanala Sky News Alex Crawford, wek wergira Xelata Şîfa Gerdî bo sala 2021ê hat hilbijartin.

Peyamnêra kanala Sky News Alex Crawford got “Ew emaila ku xebera bedestanîna xelatê tê de bû, reng e baştirîn bûyera di jiyana min de bû, di salên borî de. Ji ber wê gelek gelek spas dikim, ji bo pêzanînên li ser kar û tîma min. Wateya vê xelatê bo min gelek e.”

Xelata Cîhanî ya Salane ya Şîfa Gerdî, di merasîmeke de û di salvegera şehîdbûna Şîfa Gerdî de, bi amadebûna çendîn kesayetiyên ji Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê tê pêşkêşkirin.

Şîfa Gerdî roja 25 Sibata 2017ê demjimêr 3:38ên piştî nîvro dema tomarkirina bernameyê, di encama teqîna bombeyeke DAIŞê de Çala Xesfe, ku cihekî tawanbariyên DAIŞê bû canê xwe jidest da.