Jenan Musa: Şîfa Gerdî bi qehremanî û rûmala xwe di bîra me de dimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevana Lubnanî û wergira yekem a Xelata Şîfa Gerdî Jenan Musa di peyamekê de bi boneya ragihandina Çaremîn Xelata Şîfa Gerdî, amaje bi wê kir, “Şîfa Gerdî şehîd bû. Lê bi qehremanî, rûmal û pabendbûna xwe ya bi karê rojnamevaniyê di bîra me de dimîne.”

Bernameya pêşkêşkirina Çaremîn Xelata Şîfa Gerdî îsal ji ber tedbîrên rêlibergirtina belavbûna vîrusa Coronayê bi awayekî online birêve çû.

Jenan Musa jî ku rojnamevana yekem bû sala 2019an Xelata Şîfa Gerdî wergirt, di peyamekê de bi vê boneyê, kêfxweşiya xwe derbirî û bibîr xist ku ew ji ber kar û xebatên xwe yên li Sûriye û Lubnanê hêjayî Xelata Şîfa Gerdî hat dîtin.

Jenan Musa got, “Ez wê rojê ji du aliyan ve qet jibîr nakim; li aliyekê xemgîn bûm ku Şîfa Gerdî jiyana xwe ji dest dabû û li aliyê din ji bo min cihê şanaziyê bû ku hêjayî vê xelata giranbiha hatim dîtin. Ev yek li her cihî heye. Ez gelek kêfxweş bûm dema ku yek ji rojnamevanan bûm ku 2017an gihiştim Reqqayê. Min dê wê demê operasyona rizgarkirina yek ji metirsîdartirîn bajaran rûmal kiriba. Lê li aliyekê jî min ji xwe digot, `divê tu ji vir biçî`.”

Rojnamevana Lubnanî amaje bi rewşa cîhanê ya ji ber şewba Coronayê û mirina bi hezaran kesan ji ber vê nexweşiyê kir û  got, “lê ji aliyekî jî 2021 xweştirîn sala jiyana min bû, ji ber ku Rayanê min jidayîk bû. Wek Charles Dickens dibêje, `xweştirîn lê xerabtirîn kêlî bû. Bihareke hêviyê lê di heman demê de zivistaneke reş bû.”

Rojnamevana Lubnanî û wergira yekem a Xelata Şîfa Gerdî Jenan Musa got jî, “Şîfa Gerdî şehîd bû, lê ew bi şiyan, rûmal û pabendbûna xwe ya bi karê rojnamevaniyê di bîra me de dimîne. Kêfxweşiyeke mezin e ku di heyama şewba Coronayê de jî Xelata Şîfa Gerdî tê pêşkêşkirin.”

Jenan Musa balkişand ser wê yekê jî, “Rast e merasîma pêşkêşkirina xelat îsalbi awayekî online birêve diçe, kê ev yek nîşan dide ka Rûdaw çiqas pabend e bi rêzgirtina li rojnamevana xwe ya jidestdayî. Taybet jî di vê heyamê de, di vê heyama ku rojnamevan di bin metirsiya şer û tundûtûjiyê de ne.”

Jenan Musa her di wê peyama xwe de pîrozbahî li Lyse Doucet kir ku îsal Xelata Şîfa Gerdî wergirt.