Arwa Damon: Şîfa Gerdî baweriyeke kûr bi belavkirina zanyariyên rast hebû

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamevana CNNê û wergira Xelata Şîfa Gerdî ya sala 2020 Arwa Damon dibêje, “Şîfa Gerdî baweriyeke kûr bi belavkirina nûçe û zanyariyên rast hebû.”

Rojnamevana CNNê û wergira Xelata Şîfa Gerdî ya sala 2020 Arwa Damon di peyamekê de bi boneya ragihandina Çaremîn Xelata Şîfa Gerdî amaje bi wê kir, “ti caran bi qasî îro rola rojnamevanan li cîhanê girîng nebû. Em rûbirûyî demeke gelek pêşbînînekirî bûne li hemû cîhanê. Ev ji Efxanistanê heta Iraq û Sûriyê. Niha wek em dibînin ka çi rû dide li Ukraynayê.”

Arwa Damon di peyama xwe kêfxweşiya xwe derbirî û got, “rêza xwe dişînim bo wan kesên ku piştgiriya vê xelatê dikin û piştgiriya vê rêbazê dikin ku Şîfa Gerdî bo dida ku ew jî baweriya kûr a bi berdewambûna berlevkirina nûçe û zanyariyên rast û hewldana ji bo nîşandana ew ên ku berpirsyar in ji encamdana karesatên mirovî li hemû cîhan û lêpirsînan.”

Rojnamevana CNNê dibêje, “Em nikarin rê bidin rojnamevanî winda bibe di nav wê hemû qerebalixiya li derve de heye. Divê em hemû hewl bidin û alîkarên hev bin bo ku dengê xwe bihêz bikin, dengê rojnamevanî, dengê rojnamevan, dengê wan xelkê li wan cihan ku li wan qewimiye.”

Di dawiya peyama xwe de Arwa Damon pîrozbahî li wergira îsal a Xelata Şîfa Gerdî, Lyse Doucet kir.

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî roja 25ê Sibata 2017an di dema amadekirina raportekê de ji bo bernameya `Fokus Mûsil` ya derbarê komkujiyeke DAIŞê de li Mûsilê, di encama teqîna bombeyeke DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî îro, 25/02/2022, di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, “Komîteyê di daxuyaniyekê de derbarê hilbijartina wê jina rojnemvan dibêje, “Îsal komîteya me rojnamevaneke jin ji televîzyona BBC hilbijartiye ku çend sal e kedeke mezin daye seba eşkerekirina rastîyan û gihandina agahiyan. Wê bi dirêjahîya şer û alozîyên par û îsal çîrokên însanî yên gelê Efganistanê vediguhast. Vêga jî şerê Rûsya û Ukraynayê rûmal dike. Lewma komîteya me biryar da Lyse Doucet wek wergira Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê hilbijêre.”