Wergira Xelata Şîfa Gerdî Lyse Doucet: Ger Şîfa sax bûya dê îro li eniya şer bûya

25-02-2022
RÛDAW
Lyse Doucet, Wergira Xelata Şîfa Gerdî
Lyse Doucet, Wergira Xelata Şîfa Gerdî
Nîşan Lyse Doucet Xelata Şîfa Gerdî Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wergira Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê, rojnamevana BBC Lyse Doucet ragihand, ji ber wergirtina xelatê hest bi şanaziyê dike û got, “Bi baweriya min eger Şîfa sax bûya, ew dê îro bi hevkarên xwe re li vir bûya, ne tenê li Kyivê, lê herwiha li nêzîkî eniyên şer ên li rojhilatê Ukraynayê ba”.

Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî, ji bo îsal Lyse Doucet rojnamevana Kanadayî û peyamnêra kanala BBC a Brîtanî hêjayê wergirtina xelatê dît.

Lyse Doucet di peyamekê de bo Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî wiha axivî:

“Ji paytexta Ukraynayê Kyiv a tejî şer silav. Spasiya we dikim û lêborîna xwe jî dixwazim ku îro nikarim li Hewlêrê bim. Nikarim beşdarî di merasimê de bikim ku hemû salekê tê lidaxistin bo bîranîna rojnamevana wêrek û dilovan û xwedan şiyan Şîfa Gerdî. Herwiha hevarê wî Yûnis Mistefa ku mixabin ew jî birîndar bû, di rojeke wek îro de di sala 2017an de.

Di demekê de ku min hêvî dikir îro li Hewlêrê bam, bi baweriya min eger Şîfa di jiyanê de maba, ku xweziya me hemûyan e, dê îro ligel hevkarên xwe li vir ba, ne tenê li Kyivê lê belê nêzîk dibû ji eniya herî pêş a şer li rojhilatê Ukraynayê. Bi heman awayê ku li eniya pêş a şer bû li Mûsilê di wê roja tarî ya sala 2017 de.

Eger hin kes hebin ku ji êş û zehmtiyên jiyana di nav şer de fêm bikin, ew xelkên Iraq û Kurdistanê ne. Eger hin kes hebin di nava şerekî bê dawî de bijîn û bi cîranên bihêz hatibin dorpêçkirin û ji giringiya rojnamevaniya serbixwe fêm bikin, ew xelkê Kurd in.

Soz didim we ez dê di van nêzîkan de li Hewlêrê bim. Ligel hevkarên xwe li Rûdawê ku berdewam in di encamdana karê rojnamevaniya serbixwe de. Lê belê ji bo niha spasiyên xwe yên bê dawî dişînim, ji bo bexşîna wê şerefê bi min û ji bo pêzanîna we, di vê rojê de ku di gelek aliyan de rojekî dîrokî ye û Şîfa Gerdî tîne nav hizra min û nav dilê min.”

Komîteya diyarkirina xelatê ji bo îsal Lyse Doucet rojnamevana Kanadayî û peyamnêra kanala BBC a Brîtanî hêjayê wergirtina Xelata Salane ya Şîfa Gerdî dît.

Komîteyê di daxuyaniyekê de derbarê hilbijartina wê jina rojnemvan dibêje, “Îsal komîteya me rojnamevaneke jin ji televîzyona BBC hilbijartiye ku çend sal e kedeke mezin daye seba eşkerekirina rastîyan û gihandina agahiyan. Wê bi dirêjahîya şer û alozîyên par û îsal çîrokên însanî yên gelê Efganistanê vediguhast. Vêga jî şerê Rûsya û Ukraynayê rûmal dike. Lewma komîteya me biryar da Lyse Doucet wek wergira Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê hilbijêre.”

Şîfa Gerdî pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê rija 25ê Sibata 2017 di dema amadekirina raportekê bo bernameya Fokus Mûsil de ya derbarê cihê komkujiyeke DAIŞê li bajarê Mûsilê di encama teqîna bombeke DAIŞê de canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst