Lyse Doucet, rojnamevana BBC Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê wergirt

Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî bo îsal biryar da ku Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê pêşkêşî rojnamevana Kanadayî Lyse Doucet bike ku di televîzyona BBC a Brîtanî de kar dike.

Komîteyê di daxuyaniyekê de derbarê hilbijartina wê jina rojnemvan dibêje, “Îsal komîteya me rojnamevaneke jin ji televîzyona BBC hilbijartiye ku çend sal e kedeke mezin daye seba eşkerekirina rastîyan û gihandina agahiyan. Wê bi dirêjahîya şer û alozîyên par û îsal çîrokên însanî yên gelê Efganistanê vediguhast. Vêga jî şerê Rûsya û Ukraynayê rûmal dike. Lewma komîteya me biryar da Lyse Doucet wek wergira Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê hilbijêre.”

Şîfa Gerdî pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê rija 25ê Sibata 2017 di dema amadekirina raportekê bo bernameya Fokus Mûsil de ya derbarê cihê komkujiyeke DAIŞê li bajarê Mûsilê di encama teqîna bombeke DAIŞê de canê xwe ji dest da.

Daxuyaniya Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî

Mixabin, sala borî 2021 saleke bixwîn a din bû ji rojnamevanên cîhanê re. Li gor Navenda Çavdêrîya Kuştina Rojnamevanan a ser bi Rêxistina UNESCO'yê, par 55 rojnamevan li cîhanê hatin kuştin. Piranîya wan jî li wan welatan hatin kuştin ku şer li wan nebû. Ev nîşaneke pir xofdar e ku rojnamevan seba eşkerekirina rastîyan û belavkirina agahîyan di rewşeke pir dijwar de kar dikin.

Îsal (2022) bi sedema aloztir bûna rewşa Efganistanê û paşê jî mezintir bûna pirsgirêka Rûsya û Ukraynayê û destpêkirina şer di navbera wan de, wergira Xelata Şîfa Gerdî û piranîya rojnamevanên ku divabû di merasîma belavkirina Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê de beşdar bibûna, nikarîn beşdar bibin ji ber mijûl bûna wan bi rûmal û karên xwe yên medyayî. Herwiha ji ber berdewamîya hin tedbîrên xwe parastina ji webaya Covid 19ê. Lewma komîteya xelata salane ya Şîfa Gerdî îsal jî merasîmê bi awayê online û weşana TV'yê birêve dibe.

Xelata Cihanî ya Şîfa Gerdî, bo rêzgirtina kar û canê Şîfa Gerdî û wek rêzgirtina kar û keda rojnamevanên jin, her sal digihê rojnamevaneke jin ku di rewşeke zehmet de zanyarî eşkere kiribin û çîrokên însanî gihandibin cîhanê. Heta niha di salên dawî de Xelata Şîfa Gerdî gihîşte Jenan Moussa ji televîzyona Al Aan (2019), Arwa Damon ji televîzyona CNN (2020), Alex Crawford ji televîzyona Sky News a brîtanî.

Îsal komîteya me rojnamevaneke jin ji televîzyona BBC hilbijartiye ku çend sal e kedeke mezin daye seba eşkerekirina rastîyan û gihandina agahiyan. Wê bi dirêjahîya şer û alozîyên par û îsal çîrokên însanî yên gelê Efganistanê vediguhast. Vêga jî şerê Rûsya û Ukraynayê rûmal dike. Lewma komîteya me biryar da Lyse Doucet wek wergira Xelata Şîfa Gerdî ya Çarê hilbijêre.

Pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî roja 25ê sibata 2017an di dema amadekirina raporekê de ji bo programa Fokus Mûsil li dor cihê komkujiyên DAÎŞ'ê li bajarê Mûsilê û di encama teqîna bombeyeke DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî

25ê sibata 2022an