Wergira Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî 2021 hat ragihandin

25-02-2021
Nîşan Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Merasîma belavkirina ‘Xelata Şîfa Gerdî’ bi awayeke online birêve diçe û Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi peyamnêra diyar a televîzyona Sky News a brîtanî Alex Crawford hat dayîn.

Daxuyaniya Komîteya Hilbijartina wergira xelata Şîfa Gerdî diyar kir ku 3yemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi rojnamevan  Alex Crawford hat dayîn.

Daxuyaniya Komîteya Hilbijartina wergira xelata Şîfa Gerdî:

“Piştî guftûgokirina li ser karê çend rojnamevanan, komîteya me biryar da xelata Şîfa Gerdî îsal bide rojnamevana bişiyan, peyamnêra televîzyona Sky News a brîtanî Alex Crawford.

Alex Crawford, di sala borî de bi raporên xwe yên balkêş bala cîhanê kişand ser rewşa dijwar a mirovî li welatê Yemenê. Bi wêrekiyeke mezin û bi hûrbînî karî cengê û kartêkirina wê li ser jiyana şêniyên Yemenê rûmal bike, herwisa karî bi awayekî pir hûr rewşa xerab a kerta tendirustî li Yemenê nîşan bide ku bi şiyaneke pir kêm rûbirûyî webaya Covid-19ê dibe.

Alex Crawford, yek ji wan rojnamevanan bû ku bi awayekî serkeftî bûyerên Rojhilata Navîn, xwepêşandanên bihara erebî û şerê bakurê Malî rûmal kir. Herwisa şerê navxwe yê Lîbya û Sûriyê û şerê DAIŞê rûmal kir. Di van rûmalan de jî rûbirûyî metirsiyên mezin bû.

Îsal em pir bi hêjatî xelata Şîfa Gerdî pêşkêşî Alex Crawfordê dikin, wek rêzgirtinekê li karên wê yên rojnamevanî.

Komîteya Hilbijartina Wergira xelata Şîfa Gerdî”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst