Heta niha 2 medyakaran Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirtine

25-02-2021
Jenan Moussa û Arwa Damon
Jenan Moussa û Arwa Damon
Nîşan Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelata cîhanî ya salane ya Şîfa Gerdî, ew xelat e ku Tora Medyayî ya Rûdawê di salvegera şehîdbûna Şîfa de salane dide medyakareke serkeftî.

Heta niha, du xanimên medyakar karîne vê xelatê bibin, îsal jîmedyakareke din a cîhanî ya serkeftî xelatê werdigire.

Yekem Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî gihîşte rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa wê di sala 2019an de ew xelat ji destê serokomarê berê yê Fransayê François Hollande wergirt.

Ji ber karên taybet û rûmalên berdewam bo mijar û bûyerên dijwar û metirsîdar, bi taybetî  rola wê ya şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê “Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî” ya sala 2019ê bo Jenan Moussa hatibû dayîn.

Jenan Moussa gotibû: “Şîfa bi wê tirsê dizanî, ez jî wê tirsê nas dikim. Ev tirsa hemû rojnamevanên bereya pêşî ya şerê dijî DAIŞê dîtine. Şîfa twita xwe ya dawî di 23ê sibata 2017an de weşand ango berî du salan. Sê twitên wê yên dawî taybet bûn bi kîvroşkeke birîndar ku li nêzîkî Mûsilê rizgar kiribû, sê rojan piştî wê twittera wê bêdeng bû, Şîfa jiyana xwe ji dest da”.

Rojnamevana Amerîkî Arwa Damon bû xwediya Duyemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî. Wê ji sala 2003an ve wek rojnamevaneke freelance bûyerên Rojhilata Navîn rûmal kiriye. Sala 2006an pêwendî bi kanala CNN a amerîkî re kiriye.

Ew rojnamevan damezrîner û seroka rêxistina INARA ye ku rêxistineke mirovî ye û hevkarî û çareseriyên bijîşkî ji zarokên koçber ên Sûriyê re peyda dike.

Rojnamevana Amerîkî Arwa Damon gotibû: “Ew rûmet nebû para min ku ez Şîfa rûbirû bibînim. Min ew bi rêya wan çîrokan nas kir ku min ji hevkar û kesên wê yên nêzîk bihîstin. Çîrokên ku min îşev careke din bi hûrgiliyên bêtir bihîstin. Çîrokên ku behsa dilovanî û mihirvaniya wê dikin, çîrokên ku behsa siruşta bedew û xemxwariya wê dikin".

Xelata cîhanî ya salane ya Şîfa Gerdî, di merasîmekê de û di salvegera şehîdbûna Şîfa Gerdî de, bi amadebûna çend kesayetiyan ji Kurdistan, Iraq, Rojhilata navîn û cîhanê tê belavkirin.

Şîfa Gerdî, di dema tomarkirina beşeke programa xwe, di demjimêr 03:38 xulekên êvara 25ê sibata 2017an bi sedema teqîna mîneke vedayî ya DAIŞê li ser Çala Xesfe, ku cihê tawankariyeke DAIŞê bû, jiyana xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst