Komîteya Xelata Şîfa Gerdî: Par saleke bixwîn bû ji rojnamevanên cîhanê re

25-02-2021
RÛDAW
Nîşan Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Xelata Cîhanî ya Salane ya Şîfa Gerdî ragihand ku Di du salên borî de ev xelat di du merasîmên pir mezin de û bi amadebûna kesayetiyên cîhanî xelat hat belavkirin, lê Îsal bi sedema webaya Covid-19ê, çend endamên komîteya hilbijartina wergira xelata salane ya Şîfa Gerdî nikaribûn ji Ewropa werin Kurdistanê.

Komîte diyar dike ku ji ber nebûna derfeta amadebûna mêvanan ji derve ji ber wê webayê, komîteya xelata Şîfa Gerdî biryar da merasîma belavkirina xelatê bi awayekî diyarîkirî û bi şêweya online pêk bîne.

Daxuyaniya Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî wiha ye:

Komîteya me salane xelata cîhanî ya Şîfa Gerdî di rêwresmekê de dide rojnamevaneke jin, ku karên herebaş û vekolînên rojnamevanî di sala borî de kiribe.

Di du salên borî de ev xelat di du merasîmên pir mezin de û bi amadebûna kesayetiyên cîhanî û elîtek ji rojnamevanan gihîşte du rojnamevanên jin ên pir bi şiyan ku yek ji wan Cînan Mûsa ji televîzyona el an bû û ya din jî Arwa Damon ji televîztona CNN bû.

Îsal bi sedema webaya Covid-19ê, çend endamên komîteya hilbijartina wergira xelata salane ya Şîfa Gerdî nikaribûn ji Ewropa werin Kurdistanê, herwisa ji ber nebûna derfeta amadebûna mêvanan ji derve ji ber wê webayê, komîteya xelata Şîfa Gerdî biryar da merasîma belavkirina xelatê bi awayekî diyarîkirî û bi şêweya online pêk bîne.

Mixabin sala borî saleke pir dijwar û bixwîn bû ji rojnamevanên cîhanê re. Li gor amara Rêxistina Zanist, Rewşenbîrî û Perwerde – UNESCO ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, di sala borî de 62 rojnamevan li cîhanê hatin kuştin. Herwisa li gor amara Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor di sala 2020an de bi giştî 50 rojnamevan li cîhanê hatin kuştin, ku piraniya wan jî li wan welatan hatine kuştin ku şer di wan de nîne.

Ev jî nîşan dide ku sala borî li gor sala 2019an saleke bixwîntir bû, ku ev jî bi ti awayî nagunce ligel soza karbidestên dewlet û rêxistinên navneteweyî ya rêzgirtina karê ragihandinê û parastina canê rojnamevanan.

Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî, ji bo bibîranîna can û karê rojnamevan û pêşkêşkara navdar a Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî û rêzgirtina karê rojnamevanên jin li cîhanê hat çêkirin.

Şîfa Gerdî roja 25ê sibata 2017an, di dema amadekirina beşeke programa (Fokus Mûsil)ê de li ser cihê komkujiyên DAIŞ li Mûsilê, di encama teqîna bombeyeke DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst