Li Rihayê dest bi ser 65 berhemên dîrokî de girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Curnê Reş a Rihaya Bakurê Kurdistanê 65 berhemên dîrokî hatin bidestxistin, gumanbarek jî hat desteserkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di xebatên ku bi kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Curmî Reş kirin de tesbît kirin ku bersûcek qaçaxçîtiya berhemên dîrokî dike.

Operasyon birin ser navnîşanên gumanbar û di operasyonê da 51 sikke, 6 serikên tîran û 7 peykerên 10 santîmetrî dirêj û li serê fîgurên ajelan heye hatin bidestxistin.

Gumanbar hat desteserkirin û piştî kontrola tenduristiyê ji bo ku îfadeya ew bo qereqolê hat şandin.