Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le peywendiyeke telefonî pêk anîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di peywendiyeke telefonî de êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê belav ragihand ku ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian peywendiyeke telefonî pêk anîne.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku wî ligel Le Drian behsa êrîşa mûşekî ya vê dawiyê ya li ser Hewlêrê û lêkolînên di wê derbarê de kir.
Barzanî wiha nivîsandiye: “Bi axaftina ligel hevalê xwe Jean-Yves Le Drian xweşhal bûm. Me behsa êrîşa terorê ya vê dawiyê ya li ser Hewlêrê û lêkolînên di wê derbarê de kir.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku wan behsa bihêzkirina pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de kirine.
Pleasure speaking today with my friend @JY_LeDrian. We discussed the recent terror attack on Erbil and the ongoing investigation. We very much value the strong and longstanding friendship between the peoples of Kurdistan and France -mb. pic.twitter.com/hVgWDn0P8P
— Masrour Barzani پابەندین# (@masrour_barzani) February 25, 2021
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse