Artêşa Tirkiyê karê wêstgeha Elok a avê rawestand

25-02-2020
RÛDAW
Artêşa Tirkiyê karê wêstgeha Elok a avê rawestand
Artêşa Tirkiyê karê wêstgeha Elok a avê rawestand
Nîşan Heseke Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê sentrala avê ya Elok rawestand û ji karmendên wê xwest ku yekser rawestgehê bi cih bihêlin. Rêveberiya Avê ya bajarê Hesekê jî ragihand ku, karmendên rawestgeha Elok a ser bi bajarê Serê kaniyê ve, ew agahdar kirine ku, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, duh avêtine ser rawestgehê û ji karmendan xwestine ku avê qut bikin û karê rawestgehê bidin sekinandin û bi cih bihêlin.

Ev du roj in ku navenda Elok a ava vexwarinê ji kar ketiye, vê carê sedem ne elektrîke, sedema qutkirin a avê ji ber grûpek leşkerên Tirk û çekdarên bi ser wan ve hatiye, ku duh sibehê girtin ser navendê, karmend û karkir jê derxistin.

 Xelkên bajarê Hesekê û herêma Til Temirê li rastî bobelateke nû ne, her wiha êșa xwe ji Rûdawê re ragihandin.

Welatiya bi navê Fincê Mihemed dibêje: “Bi çek û teyaran şerê me dikin. Kanî dewletên bihêz li kuderê ne? Ka Tirkiye çi me dixwaze? Av mabû ew jî qut kirin. Xwedê bila heqê me ji wan re nehêle.”

Welatî Eladîn Xelîl jî got: “Ev tişteke giran e. Nan û xwarin heta astekê diqede, lê bê av nabe. Divê civaka navdewletî pê vê yekê bihesin çima av qut kirine. Tirkiye tehdayê li gelê Kurd dike.”

Bîrên avê hatin sekinandin, di encamê de ava vexwarinê ji ser bajarê Hesekê û Tiltemirê qut bû, pê re kirîza kêmbûna ava vexwarinê rû daye

Ji bo vê yekê Sazîya avê li bajarê Hesekê neçare ku avê jî bêhtirî milyonek  kesî re rojane peyda bike

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Hesekê  sozdar Ahmed jî dibêje: “Nêzîkî milyonek kes avê ji wê derê vedixwin. Çima hatiye qutkirin derbarê wê yekê de ti agahî hêj negihiştine me. Liv û tevgerên me berdewam in, ji bo ku ev pirs were çareserkirin. Civîna ligel Heyva Sor a Cîhanî bûye.”

Navenda Elok a ava vexwarinê bi 10 kîlometreyan li rojhilata bajarê Serê Kaniyê dikeve, jêderan ava wê 30 bîrên irtiwazî ne, ew proje hat avakirin piştî qirêjbûn û kêmbûna ava çemê Xabûr,di sala 2013yê de.

Tê zanîn ku Rûsyayê beriya zêdetir ji mehekê rêkeftinek bi Tirkiye re danîbû ku navenda Elok dîsa têkeve xebatê pîștî ku hate çaksazkirin ji aliyê Xaça Sor ve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst