Ako Mihemed: Xelata Şîfa Gerdî sembola wêrekiya hemû rojnamevanên şehîd ên şerê DAIŞê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî îro bi beşdariya serokê berê yê Fransayê, François Hollande li Hewlêrê dest pê kir û Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, Ako Mihemed di merasîmê de gotarek pêşkêş kir.

 

Di merasîma îro de dê Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi rojnamevake jin were dayîn. Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê û Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ve tê pêşkêşkirin û dê salane ew xelat bi rojnamevaneka serkevtî bê dayîn.

 

Ev jî naveroka gotara Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, di merasmî de ye:

 

Rêzdar Serokê Berê yê Fransayê Serok François Hollande

 

Mêvanên rêzdar û rojnamevanên hêja

 

Ez bi navê Tora Medyayî ya Rûdawê bixêrhatina we dikim ji bo merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî. Em bi hatina we serbilind in.

 

Amadebûna rêzdar Serok Hollande cihê rêzgirtin û pesndana me ye. Cenabê wî bi biryareke wêrek beşdariya bibandor a Fransayê di hevpeymaniya dijî DAIŞê de ragihand û berevaniya azadiyê kir. Herwiha gelê Kurdistanê wek yekem serok li vir li Kurdistanê ew bi Serok Barzanî re di çepera Pêşmergeyên qehreman dijî DAIŞê de dît. Biryara cenabê we ya beşdarbûna di şerê DAIŞê de hûrbîn û rast bû, wek nîşangirtina hûrbîn û navdar a pîlotên Fransî di şerê DAIŞê de.

 

Amadebûyên rêzdar...

 

Heftiyekê piştî şehîdbûna Şîfa Gerdî, encûmena rêveberên Rûdawê biryar da xelatekê bi navê wê bide destpêkirin bi armanca rêzgirtina rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û guhastina zanyariyan de rastî zehmetiyan tên. Em kêfxweş in ku ev biryar bi amadebûna cenabê we di merasîmeke bi vî rengî de cîbicî dibe. Em dilxweş in ku navê wê rojnamevana leheng dibe xelatek ji bo hevkarên wê li seranserê cîhanê.


Piştevaniya azadiya karê rojnamevanî, beşekî girîng bû ji hêviyên Şîfayê û erkekî Tora Medyayî ya Rûdawê ye ku piştevaniya karê hevpîşeyên wê li seranserê cîhanê bike.

 

Biryar wê demê ew bû ku xelateke cîhanî ya salane be û ji bo rojnamevanên hemû cîhanê be, lê merasîma wê li Herêma Kurdistanê be. Bi rastî di vê sedsalê de gelek rojnamevanên cîhanî di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan, ew xelat li Kurdistanê dibe bîranîneke salane jî ji bo kesên ku di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest dan. Her çiqasî em hêvîdar in şer li navçeya Rojhilata Navîn û temamiya cîhanê bidawî were û xelata sala bê ya Şîfa Gerdî, ji bo karê rojnamevaniya vekolînê (investigation journalism) be, ji bo wan karan be ku li ser parastina jîngeh û paqij hîştina av û hewayê û karên mirovane yên bi vî rengî bin.

 

Xwîşk û birayên rêzdar, li van skrîn û wêneyan temaşe bikin ku di vê holê de hatine helawîstin. Ew hemû şehîdên hevpîşeyên me ne. Ew ji bo armanceke tenê ji hemû aliyên cîhanê hatibûn ew jî ew bû ku zanyariyên rast ji cihê bûyeran veguhêzin. Ew ji bo guhastina rastiyan çûbûn rûmala şer û cihê tawanên DAIŞê derheqê mirovên sivîl de. Dema ku em li armanca wan difikirin û dema ku em li pênûs û kompûter û kamera û mîkrofonên wan temaşe dikin, em dizanin ji bo guhastina rastiyan hatibûn û ji bo azadî û berevanîkirina profesyonelbûna karkirina xwe jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gor amarên hinek rêxistin û saziyên cîhanî, hejmara rojnamevanên şehîd di şerê DAIŞê de 85 rojnamevan e. Lê li gor amara rêxistinên vê navçeyê hejmar pir zêdetir e. DAIŞ dijminê azadiyê bû, lewra jî pir dijmintiya rojnamevanan dikir, ew dijminatiya xwe jî pir caran bi serjêkirina wan a eşkere nîşanî hemû cîhanê da.

 

Em dixwazin ev xelat bibe bîranîneke berdewam ji bo wê hejmara zêde ya qurbaniyên wê dema dijwar a karê rojnamevanî, ji ber vê yekê jî em daxwazê ji hemû rêxistinên navdewletî, hevpeymaniya dijî DAIŞê û rêxistinên rojnamevanî yên navçe û cîhanê dikin ku li Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî xwedî derkevin.

 

Niha du hevkarên Fransî ji kanala France 2 di vê merasîmê de bi me re amade ne. Em di wê baweriyê de ne ku ew jî heman hesta wan wek a me ye ku divê ew qonaxa dijwar li bîra me be û xelata Şîfa Gerdî pêkan e rêyeke baş be ji bo wê bîranîna berdewam, çimkî wan jî di şerê DAIŞê de li Mûsilê peyamnêra kanala xwe Veronique Robert ji dest da. Çend rojnamevan û kesên din di vê merasîmê de bi me re ne, ku hevkar an kesên xwe yên rojnamevan ji dest dane. Pêkan e di salên bê de, em Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bikin derfetek ji bo gotûbêjkirina awayên parastina zêdetir a rojnamevanan di dema şer de. Em amade ne ji bo her karekî hevbeş ê cîhanî bi mebesta ku xelata Şîfa Gerdî bibe piştevana azadî û parastina ewlehiya rojnamevanan li seranserê cîhanê.

 

Gelî rêzdaran...

 

Bi rastî şîn û xemgîniya neteweya Kurd û hemû gelê Kurdistanê bi awayekî seranserî ji bo şehîd Şîfa di dema şehîdbûna wê de, ew gihand asta mabûneke hertimî di bîranîna Kurdan û dîroka rojnamevaniya Kurdistanê de. Herwiha li ser asta cîhanê jî her ewqas bes e ku em bînin ziman ku eger tu lêgerîneke navê Şîfa Gerdî bikî tenê bi rênivîs û şêweya navê wê ya Erebî û Îngilîzî, wê bêtirî 270 hezar rûpelên nivîskî bêne ber destên te di internetê de, ji bilî bi hezaran rûpelên din bi zimanên din.

 

Lê mixabin jidestdan û şehîdbûna rojnamevanan di dema karkirina wan de berdewam e. Herwiha dijayetiya rêxistinên radîkal ên çekdar jî li hemberî rojnamevanan berdewam e. Hemû cîhan çaverê ye DAIŞê li Sûriyê bi dawî were, lê hevkar û kesûkarên kesên ku xizmên wan ji aliyê DAIŞê ve hatine girtin, çavên wan bêtir li Baxoz û deverên din ên Sûriyê ye ku hê jî DAIŞ li wan heye, em jî wek Tora Medyayî ya Rûdawê bi heman awayî ne, çimkî ji 15.12.2014an ve peyamnêrê me Ferhad Hemo li parêzgeha Hesekê ya Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve hat girtin û heta niha em tiştekî li ser çarenivîsa wî hevkarê xwe nizanin.

 

Amadebûyên rêzdar...

 

Em pîrozbahiyê li wergira Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya sala 2019an dikin. Wergira xelatê rojnamevaneke qehreman a jin e û karên wê yên berdewam û dilêriya wê ji bo guhastina rastiyan, hêjayî wê yekê ne ku navê rojnamevaneke leheng wek Şîfa bibe xelat û bikeve destên wê de.

 

Trofya xelata Şîfa, sembola qehremaniya hemû rojnamevanên şehîd ên şerê DAIŞê ye, sembola wan hemû rojnamevanên jêhatî ye ku bi mêrxasî ji bo armancên xwe yên mirovî kar dikin da ku aştî û azadiya me li cîhanê misoger be. Beşdariya we piştevaniya vê xelatê ye. Zor spas ji bo amadebûna we.

 

25.02.2019