Galeriya wêneyan

25-02-2019
18 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) – Dema ku serokê Fransayê bû, François Hollande du caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû, vê carê jî li ser vexwendina Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye Hewlêrê û dê beşdarî merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bibe.

 

François Hollande îro ji aliyê Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Serokê berê yê Fransayê François Hollande, ji bo ku beşdarî merasîma dabeşkirina Xelata Şîfa Gerdî ya Cîhanî bibe, ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê hatiye vexwandin.

Merasîma dabeşkirina Xelata Şîfa Gerdî ya Cîhanî îro li bajarê Hewlêrê birêve diçe.

François Hollande di heyama şerê DAIŞê de serokê Fransayê bû û di demên herî metirsîdar de li dijî êrîşên çekdarên DAIŞê, alîkariya Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir. Hollande di heyama serokatiya xwe de du caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li Koşka Elyseeyê jî pêşwazî li serok Barzanî kiribû.

Şîfa Gerdî rojnamevaneka diyar a Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku di 25ê Sibata 2017an de, dema ku li bajarê Mûsilê mijûlî karê rojnamevanî bû, şehîd bû. Weke rêzgirtinekê bo rihê hemû wan rojnamevanên ku di dema rûmala şerê DAIŞê û tundûtîjiyên din de canê xwe ji dest dane, û herwiha ji bo karê hemû wan kesan jî ku di dema rûmala bûyeran û gihandina rastiyan de tûşî zehmetiyan dibin, Rûdawê biryar daye ku xelata salane ya cîhanî ya Şîfa Gerdî bide rojnamevaneka jin.