Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ji aliyê hunermendekî Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ku îro bi merasîmekê pêşkêşî rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa hat kirin,  ji aliyê hunermend Hemîd Nîkxa ve hatiye çêkirin ku bixwe xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

Peykertraş û hunermendê xelkê Rojhilatê Kurdistanê Hemîd Nîkxa Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî dizayn kir.


Hemîd Nîkxa li Zanîngeha Tehranê beşa grafîkeriyê qedandiye û zêdetirî 10 sala ne, karî grafîkeriyê dike.


Hunermdê Kurd Nîkxa dibêje ku wî gelek hewl daye ku ji bilî hêmanên rû, xelat heta radeyekê wekî rûyê şehîd Şîfa Gerdî be.


Nîkxa peyker li ser komputirê dizayn kiriye û ji bo hurgiliyên wê derbikeve sûd ji prînterê 3D wergirtiye.


Herwiha muzika Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ji aliyê hunermendê Kurd Dilşad Seîd hate amadekirin ku zêdeyî 40 salan e karê muzîkê dike. Wek tê zanîn Dilşad Seîd Semfoniya Şingal û Pêşmerge amade kiribû.


Biryar bû ku Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî di yekemîn sala şehîdbûba Şîfa Gerdî de were dayîn, lê ji ber qedexeya li ser balafirxaneyên li Herêma Kurdistanê xelat nehat dayîn.


Îro Duşemê (25.02.2019) merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî îro bi beşdariya serokê berê yê Fransayê, François Hollande, rojnamevan û gelek berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li Hewlêrê birêve çû.


Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ku îro bi merasîmekê rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa  ji destê serokê berê yê Fransayê François Hollande wergirt.