Parêzerekî Amedî li Tirkiyê bû yekem

Amed (Rûdaw) – Parêzerê xelkê Amedê Muhammed Acar ê 26 salî di ezmûna ya Hilbijartina Fermanberiya Dewletê (KPSS) de bû yekemînê Tirkiyê. Acar niha bi serkeftina xwe şanaz e û herwiha ew şîret û tembiyan li amadekarên ezmûnan dike û dibêje ji xebata zêde bêhtir divê xebata rast were kirin.


Parêzerê Amedê niha di şaxa dadê de bû yekemîn; lê ji bo ku ew bikaribe bibe fermanber divê ji lêpirsîna ewlehiya dewletê  derbas bibe.


Muhammmed Acar  Parêzerê Amedî îro di nav taxa Sûra Amedê de bi serbilîndî digere, ji ber ku ew di ezmûna îsal a  KPSSê de bû yekemînê Tirkiyê.


Acar bi serbilîndî behsa proseya amadekariya xwe ya ezmûna KPSSê dike ku wî jî di nav 1.300.000 amdekaran de pêşbîniya serkeftineke dereceyeke bi vê rengê  nedikir.


Muhammed Acar ji Rûdawê re wiha got: “Min zankoya Enqerê beşa dadê xelas kir û ketim ve ezmûnê, ez ji xebata zêde bêhtir bi rêbazeke rast xebitîm û bi serketim."


Her sal li Tirkiyê bi milyonan derçûyên  kolej û zankoyan amadekariya ezmûna KPSSê dikin da ku ew di sazî û dezgehên fermî yên dewletê de bi cîh bin. Parêzerekî ku derçûyê zankoyê be dikare parêzeriya serbest bike; lê ji bo ku bikaribe bibe mafneseke fermî ku di saziyeke dewletê de cîh bigire divê ezmûna KPSSê derbas bike.


Li ser vê yekê Acar dibêje: “Bi milyonan xwendekar dikevin vê ezmûnê. Her weşanxane pirtûkên xwe derdixin; lê gelek gemariya pirsyar û jêderkan hene. Tişta rast ew e ku mirov tenê li ser 2 jêderkên baş kar bike."


Muhammed Acar tevî vê şampiyoniya xwe ji bo amadekariyê qet neçûye qursên amadekariyê û ew li malê tenê bi serê xwe şixuliye, Acar pê bawer e ku xebateke bi disîplîn dê amadekar bigihîne serkeftinê.


Di berdewamiya axaftina xwe de Acar got: “Sala borî mamosteyekî fizîkê di beşa xwe de bû yekemîn; lê ji ber ew di ezmûna rûbirû de derbas nebû nekarî bibe fermanber; bi rastî ew nîgeranî bi min re jî heye."


 Li Tirkiyeyê her sal şert û mercên ezmûnan girantir dibin; ji ber ku her diçe bêkarî zêde û  daxwaz ji fermanberiya dewletê re zêdetir dibe êdî ezmûn ji bo veqetandina amadekaran têrê nake û kesê ku ji ezmûnan serkeftî derkeve jî li hemberê ezmûna rûbirû ango mulaqat û herwiha divê ew ji lêpirsîna ewlehiyê derbas bibe.