Bi amadebûna Serokê berê yê Fransayê Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî hat pêşkêşkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê û Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî di duyemîn salvegera şehîdbûna rojnamevana diyar Şîfa Gerdî de, roja 25ê Sibata 2019an de li bajarê Hewlêrê merasîmek saz kir.

 

Di merasîmê de bi amadebûna Serokê berê yê Fransayê Birêz Francois Hollande weke gotarvanê sereke û rayedarên payebilind ên Kurdistan û Iraqê û rojnamevanên navxwe û derve, Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya salane ji nûçegihana kanala El An, Jenan Moussa re hat pêşkêşkirin.

 

Serokê Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî Hêmin Lihonî di destpêka merasîmê de gotara komîteyê xwend û bixêrhatiniya mêvan û amadebûyan kir.




 

Herwiha di merasîmê de, Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed gotara Tora Medyayî ya Rûdawê xwend û ragihand ku hefteyek piştî şehîdbûna Şîfa Gerdî, Encûmena Rêveberên Rûdawê biryar da, ku xelatek ji bo rêzgirtina li wan rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û veguhestina zanyariyan de rûbirûyî dijwariyê dibin. Em kêfxweş in ku ev biryar bi amadebûna we birêz di merasîmeke bi vî rengî de cîbicî dibe. Em kêfxweş in ku navê wê rojnamevana wêrek, dibe xelatek ji bo hemû hevkarên wê yên li hemû cîhanê. Piştevaniya azadiya karê rojnamevaniyê, beşeke giring bû ji xwesteka Şîfa û erkekî Tora Medyayî ya Rûdawê ye ku piştevaniya karê hevpîşeyên wê be li cîhanê.

 


 

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê herwiha diyar kir: “Em dixwazin ev xelat bibe bîranîneke berdewam ji bo qurbaniyên karê rojnamevaniyê, ji ber vê yekê jî em ji hemû rêxistinên navdewletî, hevpeymaniya dijî DAIŞê û rêxistinên rojnamevaniyê yên li navçe û cîhanê daxwaz dikin ku li Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî xwedî derkevin.

 

Piştre Birêz Francois Hollande gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de spasiya rojnamevanan kir, ku di merasîmê de amadebûn û got: “Ez bînim bîra we ku di demeke gelek ne xweş de ez li Hewlêrê bûm, ku DAIŞ gelek nêzîkî vê derê bû. Di sala 2014an de weke Fransa me hemû piştgiriya xwe ji bo Iraq û Kurdistanê di şerê DAIŞê de ragihand. Dema rewş xirab bû, min li gel Serok Barzanî serdana sînorê Mûsilê kir û îro ez çûm dilê Mûsilê, rast e hatiye azadkirin, lê bajar hatiye wêrankirin, lewma pêwîstiya wî bajarî bi avakirinê heye.”

 

 

 

 

Herwiha diyar kir: “Em spasiya Serok Barzanî û Pêşmerge dikin ku roleke mezin di têkbirin û hilweşandina DAIŞê de lîstin.”

 

Francois Hollande destnîşan kir ku rast e niha DAIŞ têk çûye, lê divê em bizanin metirsiya terorê berdewam e. Ji civaka navdewletî jî daxwaz kir ku di piştgiriya Iraqê de berdewam bibe heta ku bi temamî metirsiya terorê nemîne.

 

Hollande di gotara xwe de behsa rewşa Sûriyê kir û ji ber şerê dijî DAIŞê, spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.

 

Herwiha li Trump rexne girt, ku biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê da û li ser rewşa bê ya bakurê Sûriyê nîgeraniya xwe anî ziman, ku ji ber biryara vekişîna hêzên Amerîkayê dê çêbibe.

 

Serokê berê yê Fransayê Francois Hollande di dawiya gotara xwe de got: “Fransa di metirsiya terorê de bi awayekî berdewam piştgiriya we dike.” Herwiha hêviya xwe jî anî ziman ku rojnamevan di karên xwe de berdewam bibin.

 

 

 

 

Piştre Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Iraqê Mueyed Lamî di gotara xwe de behsa metirsiyên karê rojnamevanê di serdema şerê dijî DAIŞê de kir û ragihand, ku tenê di şerê DAIŞê de 250 rojnamevanên jin û mêr şehîd bûne, ku yek ji wan Şîfa Gerdî ye, ku dê di dilê hemû rojnamevanan de bimîne.

 

Di merasîmê de Rêveberê Komeleya Ewropî ya Pevguherîna Nûçe û Zanyariyan (ENEX) û rêveberê berê yê nûçeyên Sky News a Brîtanî û pisporê stratejiya medyayê, Adrian Wells gotara lijneya dadwerî pêşkeş kir û di gotarê de navê wê kesê ragihand ku dê xelat werbigre, ku ew jî nûçegihana kanala El An, Jenan Moussa bû. Xelat ji aliyê Francois Hollande ve hat pêşkêşkirin.

 



 

Adrian Wells diyar kir: “Bêguman Şîfa wek rojnamevanekê hilgira karê profesyonel yê Rûdawê û pîşeya xwe bû. Lewma di nirxandina vê xelata bi navê wê de, em li pey bilind nirxandina çend mijarên girîng bûn, wek wêrekî di guhastina nûçeyan de  û şahidiya li ser bûyeran, dilgermî û jêhatîbûn di gihandina nûçeyan  de û wan taybetmendiyên ku rojnamevanên jin ên hêla pêşî ya eniyên şer hilgirtine.”

 

Herwiha got: “Wergira vê xelatê, mîna Şîfa, hilgira wan hemû taybetmendiyan e. Rûmalên wê xanimê, ew ber bi navçeya Rojhilata Navîn ve bir, ji Bengaziya Lîbyayê dema ku hêzên Qedafî vekişiyan û paşê têk çûn, heta navçeyên jêr kontrola DAIŞê li Iraqê û paşê li Sûriyê jî. Dema ku hêzên Pêşmerge bi pêş ve çûn, wê li hêla pêşî ya eniyên şerê  Kobanê, Reqa û Helebê rûmal dikir.”


 

 

Jenan Moussa piştî wergirtina xelatê di axaftina xwe de behsa zehmetiyên karê rojnamevaniyê di şer de kir, bi taybetî jî şerê DAIŞê û got: “Şîfa ji wê tirsê ne xerîb bû. Ez jî wê tirsê nas dikim. Hemû rojnamevanên hêlên pêşî yên şerê dijî DAIŞê wê tirsê nas dikin.”

 

Rojnamevana diyar a Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî 25ê Sibata sala 2017an di dema karê rojnamevanî de li bajarê Mûsilê jiyana xwe ji dest da. Wek rêzgirtinekê ji bo canê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala şerê DAIŞê û tundûtûjiyên din de jiyana xwe ji dest dan û karê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û gihandina rastiyan de rastî zehmetiyan tên, Rûdawê biryar da salane Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bide rojnamevaneke jin.

 

Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ji kesên pispor pêk tê ku di medyayên mezin ên cîhanê de kar kirine û bi rêya proseyeke nirxandinê xelat tê pêşkêşkirin. 

 

Ji bo îsal komîte ji van kesan pêk tê:

 

Yekem: Rob Beynon, rojnamavenkî diyar ê televizyonê ye û rêveberiya nûçe û programan kiriye di kanalên (BBC-Bloomberg - CNBC)

 

Duyem: Adrian Wells, rêveberê komeleya Ewropî ya pevguherîna nûçe û zanyariyan (ENEX) û rêveberê berê yê nûçeyên Sky News a Brîtanî û pisporê stratejiya medyayê.

 

Sêyem: Jane Arraf peyamnêra mezin a Radyoya NPR a Amerîkî û berpirsa berê ya ofîsa CNN li Bexdayê.

 

Çarem: Joyis Kerem (Joyce Karam), profesor li Zanîngeha George Washington.

 

Pêncem: Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed. Roja merasîmê, bi amadebûna çend kesayetiyan ji Kurdistan û Iraq û Rojhilata Navîn û cîhanê, wergira xelata îsal tê eşkerekirin.

 

TORA MEDYAYÎ YA RÛDAWÊ  Û KOMÎTEYA XELATA CÎHANÎ YA ŞÎFA GERDÎ

 

25-02-2019