Wergira Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî, Jenan Moussa kî ye?

25-02-2019
RÛDAW
Jenan Moussa Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirt
Jenan Moussa Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirt
Nîşan Şîfa Gerdî Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî Kurdistan Kurd Rojnamevanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa ji destê serokomarê berê yê Fransayê François Hollande Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirt.

 

Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî îro li hotel Roatana ya Hewlêrê bi beşdariya serokomarê berê yê Fransayê, François Hollande û gelek berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê û hejmareke zêde ya rojnamevanan birêve çû.


Di merasîmê de Rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirt.


Jenan Moussa, rojnamevaneke naskirî û wêrek ya Rojhilata Navîn û Cîhanê ye û niha peyamnêra Al Aan TV ye. Jenan xelka Lubnanê ye. Sala 1984ê li Siûdiyê ji dayîk bûye. Rojnamevanî di warê radio û televizyonê de li Zanîngeha Amerîkî ya Beyrûtê xwendiye û Edebiyata Ingilîzî jî li Zanîngeha Lubnanê qedandiye.


Di çend salên derbasbûyî yên pîşeyê rojnamevanî de, Jenan li çendîn cihan karên wêrek û bê wêne kirine û vêna jî gelekî navdar bûye. Wê di karê rojnamevanî de çendîn bûyerên girîng şopandine, wek guherînên li cîhana Erebî, şopandina xwepêşandanên Misrê û şerên Sûriye û Lîbyayê. Şerê 2006ê yê navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê şopandiye.


Herwiha di şerê Helebê de çend caran jiyana wê ketiye metirsiyê. Di şopandina şerê Lîbyayê de gav bi gav beşdar bû, yekem peyamnêr bû ku dîmenê sipardina axê ya Muammer Qedafî belav kirin.


Yek ji karên wê yên diyar şopandina operasyona Fransayê bû li dijî rêxistina Qaîde li Malî, herwiha derbarê jiyana li kampên penaberên Somalî yên Kenyayê de rapor amade kirine.


Derheqê cihê mana Usama Bin Ladîn li Pakîstanê, reva Misilmanên Miyanmarê bû Bangledeşê de û dîmenên kevirbarankirina jineke Pakîstanî ji aliyê Talîban ve heta mirinê, raporên balkêş amade kirine.


Jenan Moussa sala 2008ê Xelata Rojnamevanî ya Cubran Tiwênî bidest xistiye.


Ji ber karên taybet û rûmalên berdewam bo mijar û bûyerên dijwar û metirsîdar, Komîteya Dadwerî ya Xelata Şîfa Gerdî, ji nav çend berbijêran Jenan Moussa (Jenan Mûsa) hilbijart ku Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ya sala 2019ê werbigire.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst