Gotara François Hollande di merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî de

25-02-2019
RÛDAW
Serokê berê yê Fransayê François Hollande
Serokê berê yê Fransayê François Hollande
Nîşan Şîfa Gerdî François Hollande Fransa Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê berê yê Fransayê François Hollande di Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî de ragihand: “Em spasiya rola Serok Barzanî û rola Pêşmerge dikin, ku di rûbirûbûna DAIŞê de roleke gelek giran lîstin.”

 

François Hollande behsa serdana xwe ya berê ya bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Dema DAIŞ nêzîkî Hewlêrê bû, ez li Hewlêrê bûm. Gelek pêwîst bû ku em biryareke navdewletî bidin ji bo piştevaniya Iraq û Kurdistana Iraqê. Di sala 2014an de weke Fransa, me hemû piştevaniya xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da, daku bersiveke bilez hebe li êrişên DAIŞê. Careke din di destpêka sala 2017an de vegeriyam Hewlêrê, dema ku Pêşmerge karî DAIŞê dûr bixe, rewş gelek xirab bû. Em li gel Birêz Serok Barzanî çûn eniyên şer û çend kîlometre dûr, me Mûsil temaşe kir û me dîmenên bombebarankirina wî bajarî dîtin.”

 

Hollande biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a li ser vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê weke biryareke "bilez" bi nav kir û got: “Bandora wê ya xirab dê çêbibe. Ez dibêjim ev biryara Trump xeletiyeke gelek mezin e.”

 

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî, Serokê berê yê Fransayê François Hollande diyar kir: “Ez ji wê milmilaneya ku niha li Sûriyê heye, nîgeran im. Tirkiye li ser Kurdên Sûriyê, bûye gef. Di her pevçûneke navbera wan de, dibe ku DAIŞ vê xeletiyê weke derfet bi kar bîne, daku karên xwekujî û teqînan encam bide.”


Gotara Francois Hollande di merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî de:

 

Birêzan, hevalno, kêfxweş im ku îro li vê derê di vê merasîmê de me, ji bo beşdarbûna vê merasîmê û pêşkêşkirina Xelata Şîfa Gerdî, ji ber Fransa û welatên azadîxwaz piştrast in ku demokrasî nabe, pirkulturî nabe eger azadiya ramanê nebe, medya karekî dike ku giran e û wêrekiyane ye bo diyarkirina bûyerên şer. Bêyî wêneyê cengê civaka navdewletî temaşeyî bûyerên dramatîk dike, wate medya wî karî dike bo agahdarkirina civaka navdewletî derbarê bûyerên terorîstî de. Ev komkujî jî ku li eniyên şer tên kirin. Rojnamevan jiyana xwe kirin qurbanî daku azadiya ramanê berdewam be. Li vê derê dixwazim destxweşiyê li Tora Medyayî ya Rûdawê bikim bo karên wê ku bi rêya vê xelatê rêzê li rojnamevanan digire.

 

Li vê derê, li Hewlêrê, bo we radighînim ku min bi çavê xwe dîtiye ka çawa aştî vegeriya ye navçeyê, eger li bîra we be, ku ez hatim Hewlêrê, wê dema ku rewş gelekî xirab bû, dema ku DAIŞê ne tenê Mûsil dagîr kir, lê ber bi Hewlêrê dihat, divabû biryareke navdewletî ya bilez bidin bo rêgirtin li hatina DAIŞê, piştgirîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê û rêgirtin li bûyerên karesatbar, bi navê Fransayê di havîna 2014an de min biryar da, ku hemû piştgirî û alîkarî ji Iraqê re were pêşkêşkirin, bi taybetî jî bo Herêma Kurdistana Iraqê, ji bo bersivdana leşkerî dijî pêşveçûnên DAIŞê. Careke din di destpêka 2017an de hatim Hewlêrê, dema ku Pêşmergeyan karîn komên terorîst ên DAIŞê paşve bide kişandin, lê wê demê Mûsil di bin destê DAIŞê de bû. Xelkê Mûsilê di nav dojehê de dijiyan.

 

Me ligel Serok Barzanî serdana eniyên şer ên pêş kir, wê demê me çend kîlometre ji dûr ve temaşeyî Mûsilê kir. Me dûman didîtin ku ji Mûsilê bilind dibûn. Herwiha me dengên teqînan jî dibihîstin. Min îro serdana Mûsilê kir, ez ketim navenda bajarê Mûsilê, min bi çavên xwe dît ku bajar hatiye azadkirin, lê mixabin bi temamî wêran bûye.

 

Beşeke zêde ya aliyê rojavayê bajarê Mûsilê bi erdê ve bûye yek, çendîn şûnwarên bajêr wêran bûne. Ez dixwazim li vir vê derfetê bi kar bînim û ragihînim ku ez dê alîkariya Mûsilê bikim. Ez dixwazim vê kampanya ku ji aliyê civaka navdewletî ve hatiye destpêkirin ji bo jinavbirina DAIŞê, berdewam be, vê carê ji bo nûjenkirin û avakirina Iraqê, bi taybetî bajarê Mûsilê, di demeke nêzîk de UNESCO dê dest bi kampanyayê bike ji bo nûjenkirina avahî û şûnwarên wî bajarî, ku bi destê DAIŞê hatine wêrankirin.

 

Herwiha îro ez li Hewlêrê ji bo destxweşîkirin li rola Serok Barzanî û Pêşmergeyan li vir im, ji ber ku di dema ne xweş de rûbirûyî terorîstan bûn, bi hevahengiya Pêşmerge û Artêşa Iraqê û Hevpeymanan, me karî DAIŞê ji nav bibin. Em bi têkçûna DAIŞê bextewer in, lê ez dixwazim bibêjim ku şerê terorê bi dawî nebûye, herwiha eger sedemên vê diyardeyê ji holê neyên rakirin, careke din teror dê serî hilde. Fransa jî baceke giran daye ji destê DAIŞê, ji ber ku li Fransayê çendîn karên terorîstî hatin kirin. Fransa rûbirûyî wan terorîstan bûye bi beşdariya di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de li Iraq û Sûriyê.

 

Ev pêşketin gelek giring in, ji ber DAIŞ ji çendîn bajarên Iraqê hat derxistin û ji çendîn deverên din hatin dûrxistin. Îro Iraq şanaziyê bi serkeftina di vî şerê dijî DAIŞê de dike, lê li Sûriyê şer hê jî bi dawî nebûye. Hê jî çendîn komên terorîst li ser axa Sûriyê mane, bi taybetî DAIŞ. Ez dixwazim li vir destxweşiyê li Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bikim ku DAIŞ ji ser axa Sûriyê ji nav birin. Eger em  bi hev re bi şanazî û bi kêfxweşî temaşeyî van bûyeran bikin, ku di çendîn mehên derbasbûyî de qewimîne, ji me re eşkere dibe ku hê aştî bi temamî berqerar nebûye, bêguman li vir, li Herêma Kurdistanê û Iraqê hûn dizanin, ku dikarin bi aştî bijîn. Herwiha li deverên din ên Iraqê pêşketinên giring çêbûne ji bo aramiyê, ew jî ku niha hikûmetek hatiye damezrandin û şiyana wê heye rûbirûyî terorê bibe. Lê eger li hemû deverên Iraqê bo hemû welatiyan xizmetguzarî neyên pêşkêşkirin, eger avakirin û aramî bi temamî û bi xweşî nehat encamdan, gef û metirsî heye ku komên terorîst careke din serî hildin.

 

Torên koma terorîst ên DAIŞê dê bikarin xwe organîze bikin, lewma gelekî giring e ku civaka navdewletî rola xwe di vê mijarê de bileze û divê berdewam be di alîkarîkirina leşkerî de ji bo hêzên Iraqê, daku hevahengiyeke wiha di navbera herdu aliyan de bimîne. Berevajiya wê, li Sûriyê rewşa aştiyê ne temam e û rejîma Beşar Esed her dem tê rexnekirin. Biryara Trump a vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê corek nîgeranî û nerehetî çêkiriye. Ev biryara ku bilez hat ragihandin, dê bandorê li hemû hêzên Hevpeymanan li Sûriyê bike ku heman biryarê bidin. Lewma ez weke şaşiyeke mezin dibînim ku peywendî werin qutkirin ligel wan hêzên ku şerê DAIŞê dikin li ser axa Sûriyê, bi taybetî li bakurê Sûriyê.

 

Herwiha ez ji derketina milmilaniya navbera Tirkiye û hêzên Kurdî yên li Sûriyê nîgeran im. Ji ber eger Tirkiye gefên xwe cîbicî bike, bi taybetî li hember Kurdên Sûriyê û ji ber hebûna çendîn girtî li zindanên bakurê Sûriyê, eger şerek di navbera Tirkiye û hêzên Kurdî de derkeve, eger heye ev girtî birevin û bibin gef ji bo encamdana karên terorîstî yan komkujî. Ji ber van hemû sedeman, divê em gelek hişyar bin û nabe em bibêjin ku tenê bi serkeftina leşkerî ya bi ser DAIŞê de, teror diqede. Teror her dem li vir e û berdewam dibe di karên terorîstî de, herwiha di herêma Rojhilata Navîn de milmilaniyên mezin hene ku ji bo serîhildana terorê zemîneyê xweş dikin.

 

Ez di dawiya gotara xwe de dixwazim amaje bi wan xalan bikim ku divê em bikin heta biserkevin. Ne tenê serkeftina şer, herwiha bidestxistina aştiyê jî, yekem biryar e ku divê em bi hev re bidin, ew jî kampanya avakirina avahiyan e ku hilweşiyane. Peydakirina keresteyan bo van avahiyan, herwiha avakirina saziyên hikûmetê. Her wek we li vê derê li Herêma Kurdistanê kirine. Divê em kar bikin daku welatî di aramiyê de bijîn û bikaribin di heman demê de biryarên xwe bidin, duyem biryar pêwîst e bikaribin milmilaneya li Rojhilata Navîn kêm bikin, bi taybet tişta li Yemenê diqewime, bi rêya rûbirûbûna du hêzan, ew jî di navbera Îran û Siûdiyê de. Sêyem biryar divê em kar bikin daku li Sûriyê proseyeke rast a aştiyê destpê bike û dûrkevin ji milmilaneya navbera hêzan.

 

Di dawî de hêvîdar in herçiqas dûre jî ku pirsa Filistînê were çareserkirin. Lê Fransa ku min bi dirêjahiya 5 salan nûnertiya wê kiriye, Fransa ku biryarên herî girîng dane di çendîn demên girîng ên milmilaneyên vê navçeyê de û rûbirûbûna terorê, Fransa herdem ligel we dibe, ez ji vê piştrast im, ji ber Fransa li navçeyê bi pey ti berjewendiyekî taybet nagere, dixwaze pirkulturî, demokrasî û hevsengî were parastin. Fransa berevaniyê li mafê kêmîneyan dike, Fransa berevaniyê li azadiya olî dike, Fransa dixwaze Xirîstiyanên Rojhilata Navîn bikaribin bi kêfxweşî li vê derê bijîn.

 

Ev yek li Herêma Kurdistanê hatiye cîbicîhkirin, dema hikûmeta Herêma Kurdistanê li vir pêşwazî li koçberên Xirîstiyan kir; dixwazim li vê derê spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û baş bizanin ku Fransa her ew Fransa dibe ku di demên teng û nexweş de bi hewara we ve hat. Bi heman awayî Fransa kar bow ê yekê dike ku rojnamevanên wêrek bikaribin li ser karê xwe berdewam bin, daku em bikaribin rastiya hemû şer û komkujiyên terorîstên wek DAIŞê bibînin. Careke din dixwazim amaje bi wêrekiya rojnamevan Şîfa Gerdî û hemû rojnamevanên din bikim, ku canê xwe ji dest dane daku bikaribin dîmenên nexweş û diltezên bibînin, heta bikaribin bi hev re rewşeke baştir amade bikin, zor spas.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst