Adrian Wells: Şîfa hilgira karê profesyonel ê Rûdawê û pîşeya xwe bû

Hewlêr (Rûdaw)- Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî îro bi beşdariya serokê berê yê Fransayê, François Hollande û gelek berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li Hewlêrê dest pê kir û Rêveberê Komeleya Ewropî ya Pevguherîna Nûçe û Zanyariyan (ENEX) û rêveberê berê yê nûçeyên Sky News a Brîtanî û pisporê stratejiya medyayê, Adrian Wells gotarek pêşkeş kir. 

 

Merasîma Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî îro li hotel Roatana ya Hewlêrê bi beşdariya  gelek berpirsên hejmareke zêde ya rojnamevanan dest pê kir Adrian Wells jî di merasîmê de axivî.


Naveroka gotara Adrian Wells bi vî awayî ye:


Rûmeteke rasteqîn e ku em bi dû serokê berê de herin ku di dema  serokatiya wî de, navçeya Rojhilata Navîn di yek ji aloztirîn û  xirabtirîn qonaxên xwe yên dîrokî de derbas bû. Ew ku çend demjimêran  bi serkirdeyên din ên cîhanê re rûbirûyî çend biryarên dijwar hatin di  dema qeyranên Iraq û Sûriyê de.


Ji bo me wek rojnamevan, ew biryarên ku divê em bi giştî bidin hê jî  ji biryarên serokan biçûktir in. Lê tevî vê yekê jî, biryarên girîng  in. Wek gelo em kîjan nûçeyê rûmal bikin? Em çawa rûmal bikin û hinek  caran jî ew biryarên tijî metirsî yên tîmên li meydana bûyeran û  biryara rêveberên odên nûçeyan ku li rawestgeha sereke didin, derbarê  awayê piştgirîkirina rojnamevanên xwe yên di nav dilê rûmalan de.


Derbarê rojnamevanên navdewletî, rûmalkirina şer û hevrikiyan li vê  navçeyê, pir caran biryareke kesîtî ye û biryar di destê wan de ye  derbarê rûmal nekirin an jî rûmalkirina nûçeyeke din.


Bêguman, hinek nûçe hene ku metirsiya wan kêmtir e û dikarin wan rûmal  bikin jî. Lê ji bo Şîfayê, wek ku me bihîst, ne şerekî dûr bû lê belê  li ber deriyê mala wê bû.


Ev bêguman navtêdan û handanek bû ku Şîfa terka aramî û rehetiya  studyoya kanala xwe bike û rastiya rewa li meydanê bibîne. Şîfa  malwêraniyên mirovî yên bi hezaran kesan û qehremaniya Pêşmergeyan  wêne kir, di şerê dijî DAIŞê û qewitandina wan ji cih û navendên wan de.


Bi piranî, dema ku pirs ji rojnamevanan tê kirin derbarê rola wan di  guhastina nûçeyên qeyranan de, dibe ku girîngiya dîtina bûyeran ji te  re bê gotin da ku cîhan bê agahdarkirin û dibe ku bê handan ku  karvedana wê hebe.


Di van şer û pevçûnan de, hinek rûmalên rasteqîn pir balkêş bûn. Di  nav wan de Tora Medyayî ya Rûdawê heye, bi peymanêrên xwe yên jêhatî,  kameravan û endezyarên satelît û rêveberên xwe daku piştrast bibin ku  cîhana derve di dema xwe de şahida bûyerên navçeyê be.


Bêguman Şîfa wek rojnamevanekê hilgira karê profesyonel yê Rûdawê û  pîşeya xwe bû.


Lewma di nirxandina vê xelata bi navê wê de, em li pey bilind  nirxandina çend mijarên girîng bûn, wek wêrekî di guhastina nûçeyan de  û şahidiya li ser bûyeran, dilgermî û jêhatîbûn di gihandina nûçeyan  de û wan taybetmendiyên ku rojnamevanên jin ên hêla pêşî ya eniyên şer  hilgirtine.


Baş e, wergira vê xelatê, mîna Şîfa, hilgira wan hemû taybetmendiyan  e. Rûmalên wê xanimê, ew ber bi navçeya Rojhilata Navîn ve bir, ji  Bengaziya Lîbyayê dema ku hêzên Qedafî vekişiyan û paşê têk çûn, heta  navçeyên jêr kontrola DAIŞê li Iraqê û paşê li Sûriyê jî.


Dema ku hêzên Pêşmerge bi pêş ve çûn, wê li hêla pêşî ya eniyên şerê  Kobanê, Reqa û Helebê rûmal dikir.


Di komîteya me ya dadwerî de, ku hemû dizanin rûmalkirina nûçeyên Iraq  û Sûriyê, çi taybetmendiyeke zêde û taybet ji wan re pêwist e,  şanaziyeke taybet hebû ku dengê jineke ciwan a Ereb, wek yekemîn  wergira vê xelatê hat hilbijartin.


Komîte bi şêweya rastgo ya wergira xelatê sersam bû di gihîştina bi  mijaran û rêbaza wê ya rasteqîne ji bo mijarê û dubare vegera wê ji bo  guhastina wan bûyerên taybet.


Komîteya dadwerî kêfxweş e bi ragihandina Cînan Mûsa ji Tora (El An)  wek yekemîn wergira xelata bîranîna Şîfa Gerdî.


Cenabê François Hollande, kerem ke xelatê pêşkêş bike û em jî bang li  Cînanê dikin da kerem bike û were xelatê werbigire.