Çarenivîsa hevkarê me Ferhad Hemo hêj nediyar e

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî derbasbûna zêdetirî 3 salan bi ser girtin û revandina nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferhad Hemo ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, heta niha çarenivîsa wî nexuya ye.

 

Di 15ê Kanûna sala 2014an de dema ku nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Ferhad Hemo û kamermanê wî Mesûd Eqîl karê xwe yê rojnamevaniyê dikirin, li ser rêya navbera Til Hemîs û Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatin revandin. Piştre eşkere bû, ku ew grûp çekdarên DAIŞê bûne.

 

Bi derbasbûna 3 mehan ji girtin û revandina karmendên tîma Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve, çekdarên wê rêxistinê Ferhad Hemo û Mesûd Eqîl ji hev cuda dikin û wan vediguhêzin bo girtîgehên ji hev cuda.

 

Piştî derbasbûna zêdetir ji 9 mehan, kamêramanê Rûdawê Mesûd Eqîl di 21ê Îlona 2015an de ji aliyê DAIŞê ve hate berdan, lê Ferhad Hemo girtî di destê DAIŞê de ma.

 

Tevî ku zêdetirî 3 salan bi ser revandina Ferhad Hemo re derbas bûne, lê belê heta niha jî çarenivîsa wî nexuya ye.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê çendîn caran di helkevtên cuda de daxwaza zelalbûna çarenivîsa Ferhad Hemo û berdana wî kiriye û ji bo wê çendê bang li saziyên mafên mirovan û rojnamevaniyê kiriye.