Galeriya wêneyan

25-02-2018
18 Photos
Hejar Jawhar

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Hewlêrê li ber avahiya Tora Medyayî ya Rûdawê, di yekemîn salvegera şehîdbûna Şîfa Gerdî de perdeya li ser peykera sembolî ya Şehîd Şîfa Gerdî hat rakirin.

 

Peykera sembolî ya Şehîd Şîfa Gerdî ji aliyê peykertiraş û kesayetê diyar ê Başûrê Kurdistanê Xesrew Caf ve hat çêkirin.

 

Li ser çîroka çêkirina peykerê sembolî Xesrew Caf got: “Mîkrofona destê Şehîd Şîfa (li ser peykerê ye) sembola rojnamevanên cîhanê ye. Ew bi bombeyê şehîd bû, lewma min wisa fikirî ku ew bombe li televîzyoneke kevn ketiye. Gulleya topeke 122 milîmetre (li paş ekranê daye) û ekran têk çûye, li şûna gulleyê, destê Şehîd Şîfa bi mîkrofona xwe ji ekranê derketiye.”