Raperîn – 5 pêşmerge birîndar bûn

25-02-2018
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Raperîn Pêşmegre Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li sînorê navçeya Pişder a Rêveberiya Raperînê ya ser bi Silêmaniyê ve otomobîla pêşmergeyan wergeriya (qulibî) û di encamê de 5 pêşmerge birîndar bûn, ku birîna 2 kesan dijwar e.

 

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Raperînê, Şoriş Îsmaîl derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, îro Yekşemî 25ê Sibatê piştî nîvro li ser rêya Gilezerde ku rêya Pişder-Raniyeyê bi hev re girê dide, otomobîlek qulibî, ku rêwiyên têde pêşmerge bûne.

 

Şoriş Îsmaîl da xuyakirin: “Di encama bûyerê de 5 pêşmegre birîndar bûne, ku birîna 2 ji wan pêşmergeyan giran e.”

 

Berdevkê Polîsê Raperînê heriwha got: “Pêşmergeyên birîndar bo Nexweşxaneya Bajarokê Qeladizê hatine veguhastin û li wê derê tên dermankirin û di bin çavdêriya pizîşkan de ne.”

 

Heyama çend mehan e ku rêya sereke ya navbera Raniye-Pişderê, li milê Derbendê tê berfirehkirin û ji ber wê sedemê jî hatinûçûna otomobîlan ji wê rêyê bo rêya Gilezerdeyê hatiye veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst