Ev 7 rojin çarenivîsa 150 rêwiyên Kobanî nediyar e

25-02-2014
Omar Kalo
Omar Kalo
A+ A-

 

Kobanî (Rûdaw)- Ev bû 7 roj ku derdora 150 Kurdên herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzeke çekdarên nenas ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan nediyar e.

Roja Çarşema borî de derdora 150 rêwiyên Kurd ên Kobanî li ser rêya navnetewî ya di navbera parêzgehên Heleb û Hesekê de li nêzîkî herêmên Kenterî û Aleyî li parêzgeha Reqayê ji aliyê çekdarên nenas ve hatin girtin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê diyar kirk u piştî girtina rêwiyan, çekdaran ji şofêrekî saloneke ku rêwî radikirin xwestibûn ku jinan vgerîne herêma Kobanî û piştî gihandina jinan vegere xwe teslîmî wan bike.

Peyamnêrê Rûdawê got ku şofêrê salonê jin gihandin Kobanî û xebera girtina rêwiyan li herêma Kobanî belav kiribû û bi xwe jî venegeriyabû cem wan çekdaran.

Rêwiyên Kobanî ku di 11 salonan de bûn dixwestin di rêya deriyê sînorî yê Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê ew bi tev de hatin girtin, tenê jin ji aliyê wan çekdarên nenas ve hatin berdan û vegerandin.

Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî herwiha got ku heta vê gavê çarenivîsa girtiyan nediyar e û xwediyên wan nizanin ku ew ji aliyê kê ve hatine girtin û niha ew li kû ne?.

Bajarê Reqayê ku navenda parêzgehê ye û herwiha piraniya navçeyên wê di bin kontrola çekdarên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya girêdayî Qaîde de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst