Festîvala Stockholm Kurdish Film pêncşemê destpêdike


Hewlêr (Rûdaw)- Roja pêncşembê 27/2/2014 dê festîvala “Stockholm Kurdish Film Festival 2014” destpêbike.

Li gor daxuyaniya rêveberiya festîvalê, festîval dê bi filmê derhêner Huner Selîm ê bi navê “My sweet pepperland” destpêbike.

Festîval heta 2yê adarê berdewam e.

Di nava rojên festîvalê de, derhênerên kurd Hîşam Zaman û Bêrî Şalmaşî dê amade bin ji bo guftûgoyê li ser filmên xwe li gel temaşevanan bikin.