Colemêrg (Rûdaw) – Li navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê hejmara serayan zêde bûne û werzê zivistanê de jî karê çandiyê tê kirin.
Bi piştgiriya Birêveberiya Çandiniyê ya Rûbarokê 120 serayên çandiniyê hatine avakirin
Parêzgeha Colemêrgê û bi taybetî jî navçeya wê Geverê zivistan gelekî bi dijwarî derbas dibe.
Tenê 100 kîlometreyan dûrî Geverê li navçeya Rûbarokê keşûhewa diguhere û pileyên germê di zivistanê de jî bilind in.
Ji ber keşûhewaya xwe yên gûncaw li Rûbarokê di zivistanê de jî di bin sera û naylonanan çandinî tê kirin.
Di nava 5 salan de li Rûbarokê 120 baxçeyên çandiniyê hatine çêkirin.
"Em berhemên xwe difiroşin derdorê"
Firoşkarê sebze û fêkiyan Erhan Ertem diyar kir ku ew berhemên wekî marûl û sebzeyên din ji Rûbarokê distînin.
Li gorî gotina Erhan Ertem ji ber ku Rûbarok germ e û Gever sar e, ew êdî sebze û fêkiyan ji Mersînê naxwazin.
Ew sebzeyên xwe ji Rûbarokê distînin û berhemên Rûbarokê hem çêtir in hem jî erzantir in.
“200 kes cotkariya serayan dikin”
Cotkarê bi navê Behçet Sonmez jî got:
"Niha nêzîkî 200 kes li navçeya me karê çandiniyê dikin. Li serayên xwe fêkî û sebzeyan diçînin.
Marûl û bacan û berhemên din bi rêya kooperatîfê ji navçeyên derdorê re tên şandin û li bazarên Gever, Şemzînan û Colemêrgê tên firotin."
Sedredîn Doskî jî destnîşan kir ku li Rubarokê marûl, bexdenûs û xes tên çandin û got, "Ji bo kesên ku dixwazin çandiniyê bikin bila bizanibin li bajarên me her tişt tê çandin."
Li Rûbarokê karê serayan 5 sal berê bi 9 serayan dest pê kiribû.
Bi piştgiriya Ajansa Geşepêdanê ya Rojhilatê Anatolyayê û saziyên çandiniyê hejmara serayan di nav 5 salan de bûye 120.
Tê gotin ku salane 780 ton bacan û xiyar û 150 hezar xes, marûl û bexdenûs tên hilberîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse