Li Siwêregê ciwanekî xwe kuşt

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Xwekuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî 20 salî xwe kuşt.

Li gorî zanyariyan, li gundê Gulîceyê yê Siwêregê, ciwanê bi navê Y.G. ji ber sedemeke ku nehat zanîn bi demançeyê gule berda xwe û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman Y.G. veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Y.G. canê xwe ji dest da.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Li navenda Siwêregê doh jî jineke bi navê Betul Acara dayika 4 zarokan xwe kuştibû.

Hat îdiakirin ku Acarê ji ber pirsgirêkên derûnî xwe bi boriya gaza xwezayî ve daliqandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst