Li Agiriyê otobusa Îraniyan wergeriya: 10 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, otobusa rêwiyan a welatiyên Îranê wergeriya, 10 kes birîndar bûn.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, otobusa ku ji Îranê hatibû ji rê derket û wergeriya.

Di encama qezayê de 10 kesên ku di otobusê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîl çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.

Hate zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.