Heleb - Otomobîl ket kanala avê: Ji malbateke Kurd 7 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojhilatê Helebê otomobîlek ket kanala avê û di encamê dê ji malbateke Kurd 7 kes mirin.

Qezaya trafîkê doh li gundê Til Hasilê yê li rojhilatê parêzgeha Helebê rû da.

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo li ser qezayê, ji Tora Medyayê ya Rûdawê re zanyarî parve kirin.

Mistefa Şêxo diyar kir ku roja çarşemê danê nîvro, otomobîla ku Mihemed Xemîs Bekirî şofêrtiya wê dikir ji rê derket û ket kanala avê.

Di bûyerê de Mihemed Xemîs Bekirî, hevjîna wî Rifhe Feysel Hemkê û 5 zarokên wan canê xwe ji dest da.