Li Efrînê çekdaran sê welatiyên Kurd girtin

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Bilbil, Raco û Şerayê yên Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve 3 welatiyên Kurd “bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser” girtin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, çekdarên grûpa Suqûr el-Şemalê îro li gundê Ebûdanê yê navçeya Bilbila Efrînê welatiyekî Kurd ê 30 salî ji ber ku nekarî xûkiyê (xerec) bide girt.

Herwiha li gundê Hecîkayê yê navçeya Racoya Efrînê jî polîsên leşkerî jineke Kurd 65 a salî bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser girt.

Li gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şerayê ya Efrînê jî her polîsên leşkerî welatiyekî Kurd 40 ê salî bi heman hincetê girt.

Heta niha jî çarenivîsa wan kesan ne diyar e.

Li herdu bajarokên Raco û Bilbilê yên Efrînê û li bajarokê Ezazê yê bakurê Helebê, doj jî polîsên ser bi Tirkiyeyê ve 4 welatiyên Kurd bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser girtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst