DÊRSIM - Destdirêjî li 7 zarokan kiribû: 160 sal ceza lê hat birîn

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Pêrtag Destdirêjî Harûn Yildirim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pêrtagê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê, kesekî ku destdirêjî li 7 zarokan kiribû 160 sal cezayê girtîgehê wergirt.

Herwiha kesên bi navên M.H û H.A yên ku di dema bûyerê de ji 18 salî biçûktir bûn di navbera 12 û 20 salî de ceza wergirtin.

Sala 2020î di derbarê kesê bi navê Harun Yildirim de, bi îdiaya ku destdirêjî li gelek zarokan kiriye û dîmenên wan girtine gilî hat tomarkirin.

Di encama lêgerîna li mal û cihê kar ê Yildirim de, dîmenên destdirêjiya zayendî hatibûn dîtin.

Bi Harun Yildirim re, M.H û H.A yên ku di dema bûyerê de temenê wan ji 18 salî biçûktir bûn hatibûn girtin.

Rûniştina doza her sê tawanbaran 23yê Kanûna Paşînê li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat dîtin.

Tawanbar û parêzerên aliyan li rûniştinê amade bûn.

Cezayê girankirî hat dayîn

Piştî îfadeya tawanbaran dadgehê biryar da.

Dadgehê bi tawana “mustehcenî” û “destdirêjiya zayendî” 160 sal cezayê girtîgehê li Harun Yildirim birî.

M.H û H.A yên teşwîqî tawanê hatine kirin di dema bûyerê de ji 18 salî biçûktir bûn.

M.H 12 sal û H.A jî 20 sal ceza wergirt.

“Em hêvîdar in ku ev ceza bibe mînakeke bergiriyê”

Endama Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Dêrsimê û parêzera dosyayê Çagla Yolaşan têkildarî biyara dadgehê ji Arti Gerçekê re axivîn.

Çagla Yolaşanê bal kişand ser pêvajoya dozê û got: 

“Em wekî endamên Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Dêrsimê, dozê ji nêz ve dişopînin.

Zarokên ku teşwîqî tawanê hatine kirin 12 - 20 sal û Harûn Yildirim jî 160 sal ceza wergirtiye.

Di biryarê de cezayê wan nehat kêmkirin.

Ji bo ku careke din ev bûyerên destdirêjiya zayendî çênebin, em hêvîdar in ku ev ceza bibe mînakeke bergiriyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst