Li Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baraneke zêde hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 22 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û barînke zêde da.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê bangî li welatiyan kir ku derbarê pêşhatên neyînî yên keşûhewayê tedbîrên pêwîst wergirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê tê pêşbînîkirin ku roja înê li parêzgehên, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Amed, Semsûr, Kilis, Êlih, Colemerg, Şirnex, Erzingan, Dêrsim, Meletî, Erzirom, Xarpêt, Çewlîg, Qers, Erdexan, Agirî, Bêdlîs, Mûş, Sêrt û  Wanê yên Bakurê Kurdistanê ji demjimêrên sibehê ve berf û baranake zêde bibarin.

Li gorî pêşbîniyên saziya navborî ev pêla berf û barînê dê heta demjimêrên şeva şemiyê berdewam bike.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê derbarê pêşhatên neyînî yên wek qeşagirtina rêyan, astengiyên çûnûhatinê û hatina aşûtan hişyarî da  xelkê wan parêzgehan.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê ji welatiyên xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.