Nêçîrvan Barzanî Cejna Qewltasê li Kakeyiyan pîroz kir

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Cejna Qewltasê Kakeyî Yarsan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Qewltasê li Kakeyiyên li Îraq û Herêma Kurdistanê pîroz kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî “bi germî û jidil pîrozbahiyê li hemû welatiyên hêja yên Kakeyî û Yarsan ên li Herêma Kurdistanê û Îraqê û li ku lê bin dike. Hêvî dike ku cejneke xweş û aram derbas bikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê herwiha hat gotin:

“Bi vê minasebetê em Kakayiyên ezîz û welatiyên ji hemû pêkhateyên Kurdistanê piştrast dikin ku em dê her dem piştevan û parêzerê mafên wan bin û Kurdistan dê her tim wekî welatê hemûyan û navenda bihevrejiyan, piralî û toleransê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst