Rûdaw li ‘Paytexta Çiyayan’ e - Mêrga Bûtanê navenda herî giring a geştyariya zivistanê ya Colemêrgê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Take cîhê geştyariya zivistanî ya parêzgaha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê navenda kaşûnê ya Mêrga Bûtanê ye û Rûdawê wê navendê bi berfirehî dide nasîn.

Colemêrg ku wekî “Paytexta Çiyayan” jî tê naskirin, yek ji bajarên herî sar ên Bakurê Kurdistanê ye û li herêmên bilind stûriya berfê digihêje 5 metreyan.

Mêrga Bûtanê

Li Colemêrgê, li navenda kaşûnê ya Mêrga Bûtanê ku her sal bi hezaran kes diçin serdana wê Piştî barîna berfeke zêde werza nû dest pê kiriye.

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botanê ji hêla geştyariya zivistanê û aboriya bajêr ve navendeke girîng e.

Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botanê ji asta deryayê 2 hezar û 800 metreyî bilind e û ji navenda Colemêrgê 12 kîlometreyan dûr e.

Rêya wê hatiye qirkirin lê ji ber rê teng e xelk dixwaze rê baştir bibe.

Li vê navendê oteleke 120 odeyî û restorantek heye, di heman demê de bi hezaran kes dikarin li vê derê kaşûnê bikin.

Qada kaşûnê ya navendê nêzîkî 11 kîlometreyan dirêj e, bi barîna yekem re berfa salê heta meha nîsanê geştyar dikarin biçin wê navendê.

Ji Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê geştiyar diçin Mêrga Bûtanê

Navenda kaşûnê ya Mêrga Bûtanê heta niha projeya werzişê ya herî mezin a Colemêrgê ye.

Di rojên betlaneyê yê dawiya hefteyê de ji bilî xelkê Colemêrgê ji çar aliyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm hezar kes berê xwe didin wir.

Heta ku ji welatên Ewropayê jî geştyar ji bo kaşûnê diçin Mêrga Bûtanê.

Rûdaw li Paytexta Çiyan e

Tora Medyayî ya Rûdawê jî ji bo balê bikêşîne ser û nasandina wê bultena Bakurê Kurdistanê ya îro ji  Mêrga Bûtanê veqetand.

Bêjera Rûdawê Hêvîdar Zanayê li gel tîmeke berfireh bultena îro ji navenda kaşûnê ya Mêrga Bûtanê pêşkeş kir.

Nûçegihanê Rûdawê Şevket Herkî raporek derbarê Mêrga Bûtanê de amade kir.

Xwedî kompanyayeke geştyariyê Erdinç Duzen ji Şevker Herkî re got:

“Îro me qasî 40 geştyarî anîne, ji Geverê, Şemzîna, Wan û Şirnexê xelk tê vê derl. Ev der cihê xweşûkê (kaşûn) ye, xelk xweşûkê dike, cihekî xweş e loma em jî geştiyara tînin vê derê.

Mêrga Bûtan yek ji wan navenda ye ku xelk dikare bi belaşî kaşûnê lê bike.

Li navendê cihekî kirê kirina kelûpelên ji bo kaşûnê jî heye.

Geştyar Murat Çîftçî jî got:

“Piştî demeke dirêj tiştekî wiha hat vekirin. Ji bo xelkê me girîng e. Ji bo geştyariyê jî giring e.

Em kêfxweş in ku cihekî wesa heye. Di heman demê de belaş e. Lê hinek kêmasî hene, rêya wê dûr e, servîs kêm in. Her kes nikare bi hêsanî were û amûrên kaşûnê jî kêm in.”

“Li vir her der gelekî xweş e”

Geştyar Meryem Karadagê jî diyar kir ku ew jî Edeneyê çûye û got:

“Em wekî malbat hatine, me di rê de çiyayên gelek bilind û bi berfê xemilî bûn dîtin.

Bi rastî gelekî bi heybet bûn, li vir her der gelekî xweş e. Piştî germa Edeneyê em hatine cihekî wisa ji bo me gelekî balkêş e.”

Parêzgariya ColeMêrgê ji bo geştiya biçin serdana navçeyê dixwaze ku ggundê Sînavayê yê navçeya Geverê navendeke kaşûnê veke.

“Berfa li vê derê li ti welateke din nîne”

Endamê Komeleya Werzîşê ya CISADê Ednan Raufoglu bû mêvanê bultena Bakurê Kurdistanê û behsa xebatên komeleya kir:

“Em çiyager in û em Colemêrgê didin nasîn. Ji bilî çiyayên Colemêrgê em vê derê jî û kaşûnê dikin. Berfa li vê derê li ti welateke din nîne, berfa vê derê ji bo kaşûnê gelekî baş e. Berfa vê derê stûr e û zû nahele.

Di dawiya hefteyê de ji her derê geştyar tên vê derê û ev der gelekî qelebalix dibe. Kesên ku nezanin kaşûnê bikin jî dikarin bê vê derê û ji bo wan jî derfet û rê hene ku kaşûnê bikin. Li vê derê her tişt peyda dibin.”

Malbat tevî zarokên xwe dikarin lê bimînin

Mêrga Bûtanê ji ber bilinde demeke dirêj berf lê dimîne û heta demsala havînê jî berf tê dîtin lê ji bo geştyariya havînê jî guncav e.

Bi taybetî geştyarên ji Herêma Kurdistanê jî diçin wê derê.

Lê kompanyayên geştyariyê dixwazin ku her du alî jî çûnûhatinê hêsantir bikin.

Endamê Komeleya Werzîşê ya CISADê Nazli Temelê jî da zanîn ku di nav komeleya wan de derdora 100 jinan heye û got:

“Colemêrg û berfa wê gelekî xweş e. Malbat dikarin li gel zarokên xwe bên vê derê û demeke xweş derbas bikin. Ji bo malbatan hotel û xwaringeh hene û hemû derfet bi erzanî hene.”

Heta meha hezîranê jî berf heye

Endamê Komeleya Werzîşê ya CISADê Esat Kiliç jî diyar kir ku Colemêrg bi çiyayên xwe navdar e û ew hilkêşiyaye ser piraniya çiyayên herêmê û got:

“Ez sê caran derketime lûtkeya Çiyayê Simbilê û du caran jî derketime lûtkeya Çiyayê Reşko ku li ser asta Tirkiyeyê duyemîn çiyayê herî bilind e.

Li çiyayên Colemêrgê gelek cureyên teyran hene. Min di emrê xwe de tenê li Çiyayê Simbilê kewa spî dîtiye. Min ew kew li lûtkeya Simbilê dît ku 3 hezar û metre ye.

Li hin çiyayên Colemêrgê heta meha hezîranê jî berf heye û xelk dikare li wan deran kaşûnê bikin.”

Parêzgeha Colemêrgê bi xeml û bedewiya golên cemedê yên Satê û Çiyayê Reşko ango Cîloyê pêşwaziyê li geştyaran dike.

“Her demsal geştyar tên”

Berpirsê Kompanya Geştiyariyê Yavuz Tosun jî bû vê mêvanê bultena Rûdawê û behsa sektora geştyariyê ya Colemêrgê kir.

Yavuz Tosun destnîşan kir ku Colemêrg yek ji navendên girîng ê geştyariyê ye û bi xwezaya xwe ya balkêş bala geştyarên navxwe û biyanî dikişîne.

Tosun eşkere kir ku havîna zêdetir geştiyar diçin wî bajarê Bakurê Kurdistanê û got:

“Cihê herî zêde geştyar tên dibînin Berçelan, Çiyayê Cîlo, golên Satê, navenda kaşunê û sûlav in. Ji bajarên mezin ên Tirkiye, ji Herêma Kurdistan û Îranê jî geştyar tên.

Piranî di navbera meha gulan û çiriya paşînê de geştyar tên û em wan digerînin. Biçek rêyên cihên geştyarî xirab in lê em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de bên çêkirin.”

“Gazindên me ji deriyî sînorî hene”

Tosun herwiha da zanîn ku di navbera Herêma Kurdistanê û Colemêrgê de turên geştyarî hene û wiha domand:

“Ew alî ji me re geştyaran dişîne û me jî ji wan re dişînin.

Lê gazindên me ji deriyê sînorî hene. Em dixwazin parêzgarê me yê Colemêrgê û yê Dihokê bên ba hev û bicivin. Bila pirsgirêka vîzeyê çareser bikin. Li aliyê we (Herêma Kurdistanê) piştî serlêdana heta sê mehan jî vîze dernakeve.

Herwiha di deriyê sînorî yê Serzêrê de otomobîlek gelekî dimînin. Em dixwazin kesên geştyar di deriyê sînorî de zêde neyên sekinandin.

Li Deriyê Îbrahîm Xelîl ew pirs hatiye çareserkirin rêya geştyaran hatiye cudakirin. Em dixwazin ev pirsgirêke geştyaran li Deriyê Serzêrê jî bê çareserkirin.”

“Li Uludga û Palandokenê çi hebe li vê derê jî hene”

Endamê Encûmena Jûra Barzirganiyê ya Geverê Zekî Gurdal jî bal kişand ser qalîteya navenda kaşûnê ya Mêrga Bûtanê û got:

“Çi tiştên li navendên kaşûnê yên Bursa û Erziromê hebin li vê derê jî hene. Pîstên me, bandên ku diçin jêr û jor, hotel û kafên me hemû hene û xwedî pênc stêrk in. Herwiha erzantir in.”

Zekî Gurdal jî bal kişand ser pirsgirêkên di deriyên sînorî de û got:

“Li deriyê Serzêr û Zêtê di çûn û hatinê de hinek pirsgirêk hene. Em wekî Jûra Barzirganiya Geverê gelekî li ser vê yekê radiwestin.

Pirsgirêk ji her du aliyan hene lê soz ji me re hatiye dayîn ku ew pirsgirêk bêne çareserkirin. Em dixwazin ku Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Parêzgarê Dihokê Elî Teter ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi me re pêwendiyê danin.

Niha li Deriyê Zêtê çûnûhatina otomobîlan nîne, em dixwazin çûnûhatin zêde bibe. Li aliyê me ti pirsgirêk nîne ku otomobîl ji aliyê Başûr derbasî vî alî bibin. Lê li wî alî hene û em dixwazim Umêd Xoşnav vê yekê çareser bike.”

Xwarinên Colemêrgê

 

Colemêrg ji aliyê çanda xwarinê ve jî gelekî dewlemend e.

Li Colemêrgê gelekî xwarinê herêmî yên taybet hene û di zivistanê de giringî bi xwarinên xwecihî tê dan.

Li vê parêzgeha Bakurê Kurdistanê bi taybetî xwarinên wekî keledoş, qiris, doxabe, sengeser, çortî, tirşika çeliya û gulul çend ji xwarinên naskirî yên vê herêmî ne.