Li Amedê di salekê de hezar û 346 esnafan dikanên xwe girtine

Hewlêr (Rûdaw) - Di nav salekê de ji ber bilindbûna enflasyonê, daketina lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî û têkçûna rewşa aborî, li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hezar û 346 esnafan dikan û kargehên xwe girtine.

Serokê Odeya Esnaf û Pîşekaran a Amedê (DESOB) Alîcan Ebedînoglu diyar kir ku yekem car e ew tabloyeke wiha li Amedê dibînin.

Alîcan Ebedînoglu ji medyaya xwecihî re axivî û rêjeya esnafên ku di nav salekê de neçar bûne dikan û kargehên bigirin eşkere kir.

Li gorî Ebedînoglu, par li Amedê hezar û 150 esnafan dikanên xwe girtibûn lê îsal ji ber ku lîre li beramber diravên biyanî zêdetir nirxê xwe ji dest daye û enflasyon bilind bûye ew hejmar gihiştiye hezar û 346 esnafan.

Ji sedî 20ê esnafan bê kar mane

Ebedînoglu da zanîn ku niha li Amedê ji her 100 esnafî 20 esnaf bê kar mane.

Li Amedê 32 hezar esnafên endamên Odeya Esnaf û Pîşekaran a Amedê hene, herwiha 30 hezar esnafên netomarkirî jî hene.

Di erdheja 6ê Sibata 2023ayn de li Amedê 2 hezar û 82 kargeh herifîne û 20 esnafan canê xwe ji dest daye.

“Divê gelek sektor bacê nedin ji bo karibin xwe li ser lingan bigirin”

Ebedînoglu dibêje ji bo pirsgirêkên esnafên Amedê bên çareserkirin heta niha ew çend caran çûne Enqereyê û wan daxwaza çareseriyê kiriye û wiha pê de çû:

“Ji bo esnaf û pîşekar karibin sîgortayan wergirin divê herî kêm ji bo 2 salan 750 hezar lîre bê veqetandin.

Deynên prîmên BagKurê divê herî kêm 2 salan ji aliyê dewletê ve bê dayîn.

Divê gelek sektor bacê nedin ji bo karibin xwe li ser lingan bigirin.”

Herwiha Ebedînoglu got, “Zêdebûna marketên mezin bandoreke neyînî li esnafên biçûk kiriye û di nav 10 salan de li Amedê hejmara dikandaran ji 5 hezar û 500î daketiye 2 hezaran.”