Li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hinceta PYDyê kesek hat girtin

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Riha PYD Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, bi “hinceta PYDê” kesek hat girtin.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê doh îdia kir ku dema “endamekî PYDyê” yê dixwest ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe li ser sînor hatiye girtin.

Li gorî nûçeyê, operasyon li ser zanyariyên îstixbaratî hatiye kirin û derbarê kesê hatiye girtin de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li ser sînorê navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê û Serê Kaniya Rojavayê Kurdistanê roja 4ê Kanûna Pêşîna 2023yan kesek, roja 29ê Çiriya Paşîna 2023yan kesek, roja 5ê Çiriya Paşîna 2023yan kesek û roja 19 Çiriya Paşîna 2023yan jî kesekî din bi hinceta “endamtiya PYDyê” hatibûn desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst