Çekdaran ji destpêka îsal ve 22 sivîl li Efrînê girtine

25-01-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava
A+ A-

Hewlê (Rûdaw) – Li gor saziyeke çavdêriya mafên mirovan, ji destpêka sala 2023yan ve, çekdarên ser bi Tirkiyê ve 22 kesên sivîl li Efrînê girtine.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, ji destpêka sala 2023yan ve heta niha grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 22 welatiyên sivîl girtine.

Navendê diyar kiriye, ew welatî bi awayekî ne yasayî ji aliyê çekdaran ve hatine girtin û tekez kiriye, ew kes ji aliyê çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û hêza bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya ser bi opozisyona Sûriyê ve ku Tirkiye piştevaniya wê dike, hatine girtin.

Li gorî heman navendê, di sala 2022yan de, 702 keysên girtinê li Efrînê û navçeyên din ên bakurê Sûriyê hebûn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê dibêje, ji 20ê Çileya 2018yan ve, hevdem ligel destpêkirina êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar li dijî Efrînê, heta niha 8 hezar û 901 kes hatine girtin, ji wan 6 hezar û 400 girtî hatine berdan, lê çarenivîsa girtiyên mayî ne diyar e.

Di heman çarçoveyê de jî, 188 kesan li zindanên çekdaran bi sedema îşkenceyê, canên xwe ji dest dane.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst