Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp di derbarê damezirandina partiya xwe de got “Em rewatiya xwe ji dewleta Tirk nastînin, em rewatiya xwe ji miletê xwe û welatê xwe distînin.”
Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp anî ziman ku partiya wan bi awayekî qanûnî damezrandina xwe temam kiriye, lê belê "belgeya hatiye wergirtin" ya ku pêşkêşî Wezareta Navxwe kirine, radestî wan nehatiye kirin.
Ozalp diyar kir ku wan daxwaznameyeke nû şandine û ger di nava 60 rojan de bersiv nedin dê serî li darazê bidin.
Berdevkê PDK-Bakurê Hişyar Ozalp beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê mijarê de nirxandinan kir.
“Em rewatiya xwe ji dewleta Tirk nastînin”
Ozalp da zanîn ku hemû belgeyên ku ji wan hatine xwestin radest kirine û wiha got:
“Me belgeyên rû bi rû radest kirin, ne hewce bû ku em bi rêya postayê radest bikin. Li aliyê din me bi Wezareta Navxwe re jî gelek hevdîtin kirin.
Me got 'Em dixwazin biçin Amedê û tabelaya xwe daliqînin, hûn nahêlin em xebatên xwe yên siyasî bikin.' Ev hem li dijî peymanên navneteweyî û hem jî li dijî qanûnên heyî yên li Tirkiyeyê ye.
Em rewatiya xwe ji dewleta Tirk nastînin. Partiya me di sala 1965an de ji aliyê Saît Elçî û hevalên wî ve hatiye damezrandin.
Em rewatiya xwe ji miletê xwe û welatê xwe distînin.”
“Naxwaze Kurd xwe birêxistin bikin”
Parêzer Ozalp pirsa sedemên astengkirina damezirandina partiya xwe wiha bersivand:
“Ne ji ber navê Kurdistanê ye, eger ku wê bibêjin, divê doza girtinê lê vebikin. Wê jî nakin. Tirkiye li Kurdistanê dewleteke mêtînger e. Di programa partiya me de serxwebûn heye. Beriya me jî hinek partiyên bi peyva Kurdistanê tê de derbas die hatin avakirin û xebatên xwe dimeşînin.
Lê li dijî wan de jî doza girtinê hat vekirin. Dibe ku ya me jî ji ber vê yekê be.
Divê belgeya hatiye wergirtin bidana, mecbûr in ew belge bidin. li Tirkiyê partiyeke din jî mîna me heye. Belgeya hatiye wergirtin nadin wan jî. Partiya Keskan jî di heman rewşa me de ye.
Di rastiyê de dewleta Tirk naxwaze Kurd xwe bi rêxistin bikin û mafên xwe yên siyasî û civakî pêk bînin. Ji ber vê yekê jî destûrê nadin partiya me. Li gorî qanûnê ev sûc e.
“Xwestin me desteser bikin”
Li gorî qanûnê dema ku me belgeyên xwe radestî wan kir, diviyabû belgeya hatiye wergirtin bidana, lê gelek hincet anîn ziman. Me got em jî qebûl nakin, êdî divê hûn belgeyê bidin. Em tim diçûn, lê wan her tim sedem û hincetên nû derdixistin.
2-3 sal berê em li Wezareta Navxwe bûn, xwestin min û çend hevalên me yên parêzer desteserbikin. Me ew ji raya giştî re eşkere nekir. Bi vî awayî em rastî zextan hatin. Noter jî daxwaznameyên me nagirin, dibêjin 'Peyva Kurdistanê tê bikaranîn'. Çend haletên bi vî rengî çêbûn. Weke çareya dawî, me daxwaza xwe bi rêya postayê şand. Ger ew di nav 30 rojan de ji wergirtina wê bersiv nedin, ev tê wê wateyê ku ew red dikin.
Wê demê mafê me heye ku em li Dadgeha Îdarî dozê vekin. Piştre dê mafê me hebe ku em dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
“Ti eleqeya me bi hilbijartinan re nîne”
Berdevka PDK-Bakurê li ser pirsa çima ji bo hilbijartinên meha Gulanê li Tirkiyê bê kirin di ti tifaqê de cih negirtine ev bersiv da:
Weke ku partiya me di bernameya xwe de jî diyar kiriye, li ser esasê têkoşîna dij-kolonyal, li ser esasê Kurdistanê ye. Wek îdeolojîk ve em ne Parlamentoya Tirkiyê rewa dibînin, ne jî hilbijartinan rewa dibînin. Ev parlamento parlamentoya ku biryara dagirkirina Kurdistanê lê hatiye girtin e. Niha mekanîzmaya mêtîngeriyê dixebite.
Niha eger Kurd biçin û cihê xwe di vê parlamentoyê de bigrin, vê sîstemê rewa dikin û rawatiyê rewatiyê didinê.
Rayedarên Tirk dema diçin Ewropayê dibêjin, `hûn behsa mafên Kurdan dikin, lê Kurd di Parlamentoya Tirkiyê de cih digirin.`
Em vê jî ji raya giştî re radigihînin; Ti eleqeya me bi hilbijartinên Tirkiyeyê re tune ye. Em boykot dikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse