Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir ku Komkujiya Kurdên Êzidî nas kiriye

25-01-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir ku Komkujiya Kurdên Êzidî nas kiriye
Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir ku Komkujiya Kurdên Êzidî nas kiriye
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Almanya Komkujiya Êzidiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Dewletê yê Almanya ji bo karûbarên derve Tobias Lindener kir û di hevdîtinê de spasiya alîkariyên Almanya bo Herêma Kurdistanê û Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de û naskirina Komkujiya Êzidiyan weke jenosîd kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 25ê Çileya 2023an pêşwaziya Wezîrê Dewletê yê Almanya ji bo karûbarên derve Tobias Lindener û şandeke pê re kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civînê de Almanyayê giringiyê daye peywendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û dixwaze di hemû waran de bi taybetî di warê aborî de pêwendiyên xwe ligel Bexda û Hewlêrê pêş bixe.

Di vê derbarê de Wezîrê Dewletê yê Almanya ji bo karûbarên derve Tobias Lindener amaje bi serdana dawî ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo Almanyayê kir; her du aliyan teqezî li ser giringiya aramiya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo pêşketina di hemû waran de kirin.

Nêçîrvan Barzanî her wiha spasiya alîkariyên Almanyayê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê di şerê dijî terorîstan û DAIŞê de kir û her wiha spasiya wê yekê jî kir ku di Parlamentoya Almanyayê de komkujiya li ser Êzidiyan weke jenosîd nas kiriye.

Her du alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku DAIŞ heta niha jî metirsiyeke rasteqîne ye bo ser asayişa Iraq û navçeyê, ji ber wê jî pêwîst e Iraq û Herêma Kurdistanê li ser erkê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê berdewam bin.

Her du aliyan her wiha rewşa Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraqê li gel welatên cîran û navçeyê û mijarên din ên berjewendiya hevbeş gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst