Li Helebceyê du bira di bîrekê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Rêveberiya Polîsê parêzgeha Helebceyê ragihand, li gundekî ser bi nahyeya Sîrwan ve du bira, yek 8 salî û yê din 12 salî, di bîrekê de xeniqîne.

Berdevkê Rêveberiya Polîsê Helebceyê Berzan Osman îro Çarşemê 2023an ji Rûdawê re ragihand, her du birayên ku xelkê gundê 12 Îmamê nahyeya Sîrwan a ser bi parêzgeha Helebceyê ne, îro di demjimêr 15:00an de ketine bîreke avê û tê de xeniqîne.

Li gor gotina Berzan Osman, yek ji wan birayên ku xeniqîne Ariş Awat HemeElî ê 12 salî û Mihemed Awat HemeElî yê 8 salî, ketine bîrê û bo nexweşxaneya lezgîn hatin veguhestin û li wir canê xwe ji dest dan.

Berdevk da zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.