Her diçe piştgiriya bo dersa Kurdî zêdetir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Herku diçe piştgiriya kampanya dersa bijarde bo malbat ji zarokên xwere dersa Kurdî hilbijêre zêde dibe. Şêwirmendê Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, jî piştgiriya dersa Kurdî dike.

Şêwirmendê Serokê Partiya Pêşerojê Îlhamî Işik bi peyamekê ji malbat û xwendekaran dixwaze ku di dersa bijarde de zimanê Kurdî hilbijêrin.

Îlhamî Işik dibêje: "Hemû ziman bedew in, lê Kurdî xwedî bedewiyek cuda ye. Her ziman mirov dike mirovekî baştir. Mirov ji bo xwe nas bike û ji bo paşeroj, îro û siberoja xwe baş bizane zimanê dayîkê girîng e. Bi Kurdî nivîsîn, bi Kurdî xwendin û bi Kurdî fikirîn gelek baş e, em hemû bihev re bixebitin ku zarokên me Kurdî hilbijêrin daku fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî bibin."

Roja 10ê Çile kampanya di dersa bijarde de zimanê Kurdî hilbijêre ji aliyê HEZKURDê ve hatibû despêkirin. Heta niha gelek saziyên ziman, kesayetî û partiyên siyasî, rewşenbîr û hunermendan piştgirî dane vê kampanyayê.

Bi awayekî fermî jî Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ragihandibû ku serlêdanên dersa bijarde ji 16ê Çile heta 10ê Sibatê 2023ê dê berdewam in. Lewra nirxandina dema mayî ji aliyê malbat û xwendekaran ve girîng e.